FlaşPolîtîk

Hikûmeta Sûriyê konsulxaneyekê li Hewlêrê vedike

Berpirsekî Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku şandeke wezaretê, berê xwe dide Hewlêrê, ji bo avêtina gava yekemîn a vekirina konsulxaneyeke Sûriyê.

Rêveberê Rêveberiya Konsulî di Wezareta Derve ya Sûriyê de Mihemed Yeqûb El-Umer li ser tora civakî ya “X” belav kir ku Îro bi fermana Wezîrê Derve, di nav şandeke Wezareta Karên Derve û Koçberan de berê xwe didin Hewlêrê, ji bo avêtina gava yekemîn a ber bi vekirina konsulxaneyeke Sûriyê.

Rêveberê Rêveberiya Konsulî di Wezareta Derve ya Sûriyê de ragihand jî, ku “Ev gav dê xizmeta gelê me li Kurdistana Iraqê bike û dawî li zehmetiyên wergirtina xizmetên konsulî bîne.”

Back to top button