Polîtîk

Ban Ki-moon: Şanaziyê bi geşbûna Kurdistanê dikim

Îro sêşem 14/01/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêr pêşwaziya Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel kir.

Li vê hevdîtina ku bi amadebûna Nêçîrvanê Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên hikûmî û siyasî ya Herêma Kurdistanê hate encam dan, Ban Ki-moon xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û ji bo wê pêşwaziya germa ku lê hatiye kirin spasiya Serok Barzanî kir. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî şanaziyê jî bi pêşketin û aramî û geşbûna Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Herêma Kurdistanê ‏rêyekî dirêj li warê binyatnan û xizmetguzarî û avahî û bingeha aboriyê de derbas kiriye.‏

Li mijareke dinê hevdîtinê de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo hevkarî û ‏bi deng ve hatina koçberên Sûriye û vekirina derbasgeha sînoriyên Herêma Kurdistanê li ruyê penaberên Sûriye spasiya gelê Kurdistanê û Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir ku rêxistina Neteweyên Yekgirtî ji bo gihandina hevkariya koçberan hewl dide ewê ji dest bê bike. Ban Ki-moon ji bo dirêjepêdana erk û karên wan ya li pêşkêşkirina karhêsanî û yarmetîdana rêxistina wan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî spasiya hikûmet û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê kir.‏

Li beşekî dinê axaftina xwe de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di derbarê rewşa Iraqê balkişand li ser wê yekê ku gelek pirs heye û pêwîste kar ji bo wan bê kirin bi taybetî li awayê dabeşkirina dahatê de. Her wiha tekez jî kir ku pêwîste xelkê Iraqê sîstemekî federal û demokratî desteber bikin.

‏Di derbarê rewşa Suriye jî Ban Ki-moon wê yekê xisterû ku çareseriya qeyrana Sûriye karekî ne hêsane û baweriya wî jî wiha bû ku rêya serbazî tu encameke xwe nabê û tenê bi rêya çareseriya siyasî ve encam jê derdikeve. Her wiha peywîst bi vê babetê ve Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî hêvî xwest ku li konferansa Genev 2 de dengê Kurd bi baş bê bihîstin û rê bi hemû deng û daxwazên nav Sûriye bi Kurd ve jî bidin.

Li beranber de Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û şanda li gel ya Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê kir û balkişand li ser wê yekê ku ew ji wê yekê bawere ku gelê Kurdistanê bi hatina Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya ji bo welatê wan xweşhale.

‏Serok Barzanî di derbarê rewşa Sûriye de ji bo Ban Ki-moon û şanda li gel behs kir ku her li destpêka aloziyên Sûriyê de Herêma Kurdistanê sînorên xwe li ser xelkê Sûriye bi bê cûdahî vekiriye û pêşwaziya penaberan kiriye. Serok Barzanî eve jî zelal kir ku gelê Kurd gelek baş ji derdê van mîlletan têdigihe ku dikevin bin êrîşa rejîmekî dirinde. Her di derbarê rewşa penaberên Sûriye Serok Barzanî ragihand ku ji bo xelkê me yarmetîdana penaberan erkekî neteweyî û miroviye, niha rêjeyekî zêdeyê penaberan li Herêma Kurdistanê de nîştecîhin û ji şiyana Herêma Kurdistanê derbaskiriye û pêwîstiya me bi yarmetiya rêxistinên Neteweyên Yekgirtî heye. Serok Barzanî hêvî jî xwest konferansa Genev 2 encamên xwe yê baş hebê û rewşek bê holê ku penaber vegerin welatê xwe û dawî bi êş û janên gelê Suriye bê û xelkê wî welatî li aramiyê de bijîn.‏

Di derbarê kêşeyên Iraq û peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, Serok Barzanî wê yekê ji bo Sekreterê Neteweyên Yekgirtî zelal kir ku li Iraqê de desturek heye ku sirûşta peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê pênase kiriye û erk û mafên hemû aliyekî ‏destnîşan kiriye. Em ‏pabendîn bi wê destûrê ve û pabendbûna bi destûr mîsogeriye ji bo mayîna Iraqê û daxwaz ji hemû aliyek dikin pabendî destûrê bin. Serok Barzanî tekez li ser ewe jî kir, em hewl didin bi diyalog û li ser bingeha desturê kêşeyan ‏çareser bikin.

‏Li dawiya civînê de Serok Barzanî ewe dûpat kir ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû cûre hevkarî û hemahengiyek li gel rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî bike û hebûna wan li Kurdistanê cihê destxweşî û cihê baweriyê ye.

Hêjayî gotinêye ku îro sêşem 14/01/2014 Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî gihîşt Herêma Kurdistanê û li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazî kirin û paşê serdana wargeha penaberên Rojavayê Kurdistanê ya li Kevirgoskê kir.‏ Piştî wê hevdîtin û civîna li gel Serok Barzanî, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dawî bi geşta xwe ya Herêma Kurdistanê anî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê bi germ hate birêkirin.

Back to top button