Polîtîk

Barzanî ji bo xortan got: baweriya we bila bi we hebe û hez ji welatê xwe bikin

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya şandekî Rêxistina Navdewletiya Lawên(Xortên) Aştîparêz kir.

Li destpêka hevdîtinê de endamên şanda Rêxistina Lawên Aştîparêz xweşhaliya xwe ji bo serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî ragihand û bi kurtî behsa çalakiyên navdewletiyên vê rêxistinê yên li warê pêşxistina bi şiyanên gencan û parastina aştiya cîhanê kirin.

Li beramber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan û destxweşî kirina karên wan, tekez li ser girîngiya pêgeha genc û nifşa nû li paşaroja welatan de kir û bi pêwîstî zanî ku rê ji bo beşdariya gencan bê xweş kirin û derfet ji bo birexsê ku bikarin li paşarojê de serkirdayetiya welatê xwe bikin.

Serok Barzanî di derbarê lawên Kurdistanê de balkişand li ser wê yekê ku girîngtirîn babet ji bo gencê Kurd eweye bawerî bi xwe û şiyanên xwe hebê û welatê xwe jî hez bike û kar ji bo wê bike. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo amadebûyan bi kurtî behsa dîroka siyasiya Kurd û êş û janên li ser gelê Kurdistanê de hatine kir.

Li beşa dawî ya hevdîtinê de dergeha pirsiyarê ji bo amadebûyan hate vekirin û Serok Barzanî bersîva pirsiyar û têbîniyên şanda mîhvan da.

Rêxistina Navdewletiya Lawên Aştîparêz 65 rêxistinan pêk hatiye û 35 dewlet têda beşdarin û şanda wan li ser vexwendina Birêveberiya Giştî ya Lawên Wezareta Rewşenbîrî û Lawên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Herêma Kurdistanê kirine.

 

Back to top button