Polîtîk

Barzanî û Ban Ki-moon civiyan

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Ban Ki-moon Sekreterê‌ Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li havîngeha Pîrmam civiyan.

Îro sêşem Ban Ki-moon Sekreterê‌ Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li rêya firokxaneya navdewletiya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên hikumî ve hate pêşwazî kirin.

Ban Ki-moon Sekreterê‌ Giştî yê Neteweyên Yekgirtî di destpêka serdana xwe ya Kurdistanê de serdana wargeha Kevirgoskê kir ku penaberên Rojavaya Kurdistanê têda nîştecîhin û li civîneke rojnamevanî de gumanên xwe yên di derbarê rewşa malbatan penaberan xisterû û got: “Bi mixabinî ev malbat ji paşaroja xwe ne de geşbînin”.

Ban Ki-moon Sekreterê‌ Giştî yê Neteweyên Yekgirtî doh dûşem gihîşt Bexda û li gel û li wir li gel Nûrî Malîkî Serok Wezîrê Iraq û Usame Nuceyfî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê re civiya û behsa rewşa emnî ya Iraq û pêvajoya Sûriye kir.

 

Back to top button