Polîtîk

Plana DAIŞ ya ji bo kuştina Barzanî eşkere bû

Li gor nûçeyeke tora nûçeyiya Iraqê (INN) çavkaniyeke emnî ya Iraqê eşkerekiriye ku dest danîne li ser belgenameyên kombûna Endamên Rêxistina DAIŞ ku têda plana terorkirina çend serkirdeyekî Kurd heye û li nav wan de navê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî heye.

Her wiha heman çavkaniyê eşkere kiriye ku Rêxistina DAIŞ li civîneke xwe de ku li van rojên dawî de li ser sînorê di navbera Iraq û Îranê de encam dane, biryara terorkirina çend serkirdeyekî Kurd dane, ku diyartirîn kes jî Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Cebar Yawer û çend navekî din jî hene.

Back to top button