Polîtîk

Ban Ki-moon li Kurdistanê bi Kurdî axaft

Ban Ki-moon Sekreterê‌ Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ku îro bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê de bi Kurdî axaft.

Ban Ki-moon li serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de di derbarê rewşa penaberên Suriyê li Kurdistanê de zanyarî wergirt û piştî wê li civîneke rojnamevaniyê de bi zimanê Kurdî got: Rojbaş, beyanî baş, zor zor spas…

Ban Ki-moon ji bo wan alîkariyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê pêşkêşî penaberên Suriyê kirine spasiya xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Biryare Ban Ki-moon îro li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.

Back to top button