Polîtîk

Bazirganiya Tirkiye û Herêma Kurdistanê gihîşt 14 milyar dolaran

Hêmin Hewramî Berpirsê Peywendiyên Derveya Partiya Demokrata Kurdistanê: Tirkiye li nêzîkbûna Herêma Kurdistanê de destpêşxer bû

Herêma Kurdistanê gelek bi hişyarî peywendî li gel guhertinên Herêmî û dewletên cîran dike û siyasetmedarên Herêma Kurdistanê jî dizanin ku ew beşekin ji welatek ku bi destê çendîn gîr û giriftan ve dinalin û gengeşeya siyasî wiha kiriye, asayîşa vî welatî berev pêşve biçin. Herêma Kurdistanê li damezrandina peywendiya berfireh de gelek tûşî astengiyan nehat, ji ber ku dehan sale van cûre peywendiyan birêve dibe li derveya desthilata hikûmeta navendî ya li Bexda. 

Hêmin Hewramî got ku Herêma Kurdistana Iraqê naxwaze bibê beşek ji tu ajandayekî herêmî ya navçeyê yan aliyek ji gengeşeya dewletan û piştrast kir ku Herêm bûye aliyekî bi bandor û şerîkekî baş ji yariya herêmayetî û dewletî. Piştî wê yekê dosyeya Kurd heta demekî gelek qurbana vê yariyê bû, ku li bin piyê yarîzanan bû.

Di derbarê peywendiyên taybetî ya Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye, Hêmin Hewramî got ku dema siyaseta derveya Herêm wan peywendiyan birêve dibe, dûpat jî kir ku piştî ku li siyaseta derveya xwe de guhertinan kir Tirkiye destpêşxer bû li nêzîkbûna li gel Herêma Kurdistanê. 

Her wiha got: Danustandina bazirganiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê digihe 10 milyar dolar, salane bi giştî 14 milyar dolar li gel hemû Iraqê dike her wiha 1350 kompanyayên Tirkî û 35 hezar hemwelatiyên Tirk li Herêma Kurdistanê kar dikin û geşta asmaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê digihe 18 geşt li van geştan ku li firokexaneya Silêmanî tê encamdan. 

Back to top button