Nivîsar

Berê çekên pkk niha berbi başûr û rojavayê Kurdistanê ve ye!!!

Parve bikin da ku êdî em kesên xwe yên du rû û berjewendîperestên xwe û malbata xwe ne nas bikin.

Bûbê Eser

Li gor medya giştî û ya pkk wê îro (26-10-2-25) daxuyaniyeke girîng ji teref wan dê bihata xwendin. Herkes li benda bûn ku bê ka wê vê carê pkk çi bêje?

Daxuyaniya bi kurdî ji teref Sabrî Ok ê ku gelek şik li ser wî hene ku ew kî ye, ji ku hatiye, ji kêre xizmet û çi karî dike, hate xwendin. Li gor wê hate fêmkirin ku pkk tenê li hember tirkiyê çek danîbûn. Loma girîng e ku kurd daxuyaniya îro ku li gel gerîlayên bi çek hate xwendinê baş bixwînin.

Ev ê bi me da zanîn ku wê pkk ji îro pêde çekên xwe li gor daxwaza Bahçelî (serok partiya nîjatperest ya tirkiyê) û bi emrê Evdilayê qasşo zîndankirî ye, li hember başûr û rojavayê Kurdistanê bikar bînin. Madem pkk çek danîne çekên di destê gerîlayên wan de û xwendina daxuyaniya bê navarok ji bona çi bû?

Ez di wê bawriyê de me ku wê lîstikek mezin û nû li gor daxwaza Bahçelî li ser biryardayîna Evdila li hember başûr û rojavayê Kurdistanê bê bikaranîn da ku destkeftiyên bi dest xistine wenda bikin.

Heger di demên berê de ku me û we hêjayan, fêmkiribana ku  Evdila gotibû: “Heta ku ez û pkk em hebin dê Barzanî (yanî kurd) nikaribe Kurdistaneke azad û serbixwe rahigîne”. Ew gotin ne belaseba bû. Li gor min daxuyaniya îro li gel gerilayên xwe yên bi çekdar, mesaja êdî wê şerê me li hember wan herdu perçên bûna xwedî maf, destpê bike. Mebesta daxuyaniya îro li gor min ev bû ku wê ji niha û pêde berê çekên gerîlayên xwe bide başûr û rojayê Kurdistanê.

Heger kurd ne şiyar û di wê bîreweriyê de be, destkeftiyên başûr û rojavayê Kurdistanê dikare têk here. Ji ber ku ew destkeftî ne li gor dilê Evdila û Bahçelî ne. Wan bakurê Kurdistanê qedandine, niha dora başûr û rojavayê Kurdistanê ye.

Lê partiyên me yên bakurê Kurdistanê civînan çê dikin û nameya ji hevre dişînin da ku nebin yek. Nebin xwedî hêz û qaweteke neteweyî li ser rê û rêbaza Kurdistanî. Heger mebest ne ev be çima navaroka civîn û nameyan ji raya Kurdistanî re neyên eşkerekirin?

Di dem û zemanê berê de serokeşîr, axa û malbatên  kurda yên mezin, li hember êrîşên Kemalîstan hêzên xwe kiribana yek, hûn bawer bin em ê bûbana xwedî dewleta xwe. Lê di her serîhildanek li hember dewleta Kemalîst, eşîr û malbatên mezin yên din bê deng man heta ku dora wan jî hat.

Îro jî bi rengekî din bi şêwe û awayekî din û ji bona yek armancê ango xurtkirin û parastina komara tirkiyê yek lîstik heye. Li hember vê jî piraniya partiyên me yên Kurdistanî ya bêdeng in ya jî ne xwedî wê hêzê ne ku dengê xwe derxin.

Îro  piraniya serok û rêvebirên partiyên Kurdistanî ku di demên berê de her hinekan bi awayekî alîkarî û piştgiriya pkk kirine.Loma bi kesên weha mirov nikare yekitiyeke neteweyî bixuliqîne. Ji ber hin bedel û keda wan jî di pkk de heye. Loma naxwazin hêzek xurt û neteweyî ji bilî pkk derkev e. Yan na çima ew hêz û yekitiya milet dixwazî pêk nayê?

Wan kadroyên di dema xwe de alîgir û piştgirên pkk bûn ku îro serokatiya partiyên kurdistanê de ne, wê nehêlin  hêz û qaweteke neteweyî li bakur Kurdistanê pêk bê.

Pêkhatina tiştekî weha dê ne li gor berjewendiyên wan î sexsî û malbatî be. Di nêzde ez ê li ser vê jî nivîsekê bi we hêjayan re parve bikim. Parve bikin da ku êdî em kesên xwe yên du rû û berjewendîperestên xwe û malbata xwe ne nas bikin.

Heta ku em li bakurê Kurdistanê negihêjin zelalî, delalî û paqijiyeke neteweyî, ne em ê bikaribin hêzin xwe yên kurdistanê bikin yek, ne jî em ê bikaribin li hember kiryar û bûyerên qirêj ku li hember gelê me tê lîstin, derkevin.

Divê êdî hemî endamên paratiyên Kurdistanî û kesên welatparêz bêjin û biqîrin?

Ya zelalî û paqijî ya jî teslîmî û bêdengî…

Back to top button