Civak

Zarokek 11 salî di mala xwe de daliqandî hate dîtin..!

Mahmut Atilla Sever ê yanzdeh salî li navçeya Qosera Mêrdînê li mala xwe daliqandî hat dîtin. Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî agahdariya, bûyer li taxekî ya navçeya Qosera Mêrdînê qewimî. Malbata wî ji Navenda Bangên Acil a 112ê re ragihand ku wan xwendekarê dibistana seretayî Mahmut Atilla Sever daliqandî dîtiye.

Piştî raporê tîmên bijîşkî û polîsan şandin herêmê. Di muayeneya laşî de hat destnîşankirin ku Sever miriye.

Piştî muayeneya dozger, cenazeyê Sever ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qosera Mêrdînê.

Li ser mirina Mahmut Atilla Sever, xwendekarê pola pêncemîn ê Dibistana Navîn a Mehmet Akif Înan, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Back to top button