Civak

Hejmara geştîyarên biyanî li Kurdistanê berdewam ber bi bilindbûnê ve diçe..

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd di dema tevlîbûna xwe ya di gereke nûçeyên Kurdistan24ê de ragihand: “Rêjeya hatina geştyaran bo tevahiya dever û parêzgehên Herêma Kurdistanê zêdebûneke tomar kiriye.”

Berdevkê Desteya Geştyariyê li ser bonadorên vê bilindbûnê li ser jiyana rojane û aboriyê jî got: “Ev hatina berdewam û zêde ya geştyaran roleke bibandor lîstiye; bi awayekî ku niha kerta geştyariyê bûye sedema serekî bo vejandina bazaran û çêbûna livîneke bazirganî ya baş li Herêma Kurdistanê.”

Zêdebûna geştyarên biyanî û baweriya veberhêneran

Îbrahîm Ebdulmecîd herwesa amaje da guhartineke giring di celebê wan geştyarên ku berê xwe didin Herêma Kurdistanê de û eşkere kir: “Yek ji pêşhatên dilxweşker ew e ku hejmara geştyarên biyanî li Herêma Kurdistanê berdewam ber bi bilindbûnê ve diçe.”

Di pişkeke din a axaftina xwe de, navborî diyar kir ku di nava pênc salên borî de 80 projeyên geştyariyê yên cuda cuda li seranserî Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn.

Li ser xercî û qebareya wê sermayeya ku di vê kertê de veberhênan pê re hatiye kirin, Berdevkê Desteya Geştyariyê eşkere kir ku hejmara giştî ya sermayeya terxankirî bo wan 80 projeyan ji 7 milyar û 500 milyon dolarên Amerîkayî zêdetir e, ku ev yek jî amajeyeke ron e bo baweriya veberhêneran bi jîngeha guncayî ya Herêma Kurdistanê.

40 navendên geştyariyê di asta “Branda Cîhanî” de ne

Di tewwerê girêdayî kalitiya xizmetkariyan û asta pêşwazîkirina geştyaran de jî, Îbrahîm Ebdulmecîd bal kişand ser hebûna navendên astbilind û ron kir: “Niha li Herêma Kurdistanê nêzîkî 40 bingeh û navendên geştyarî di asta “Branda Cîhanî” û “Pênc Stêrkî” de hene, ku rojane bilindtirîn kalitiya xizmetkariyê pêşkêşî geştyarên navxweyî û biyanî dikin.”

Ev amar di demekê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê kerta geştyariyê wekî yek ji hîmên serekî yên planên xwe yên aborî bo cihêrengkirina çavkaniyên dahatê û kêmkirina girêdana bi petrolê ve destnîşan kiriye, û berdewam bo hêsankarîkirina bo geştyaran û veberhêneran kar dike.

Back to top button