Polîtîk

Tom Barak wek nûnerê taybet ê Trump li Iraq û Sûriyê hat tayînkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump Tom Barack, balyozê niha yê Amerîkayê li Tirkiyeyê, wekî nûnerê taybet ê serok bo Iraq û Sûriyeyê tayîn kir. Trump pesnê karê Barack da û got ku ew ê wekî balyozê xwe li Tirkiyeyê berdewam bike.

Trump roja Yekşemê di postekê de li ser Truce Social got, “Em hevkariya xwe ya stratejîk bi hikûmetên Sûriye û Iraqê re pêşve dixin û têkiliya me bi wan re berdewam dike.”

Li gorî daxuyaniya Trump, Tom Barak dê wekî balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bimîne û dê wekî nûnerê taybet ê serok bo Iraq û Sûriyeyê kar bike.

Trump got ku Barack “bi piştgiriya tevahî ya Wezareta Derve” tevdigere.

Serok nivîsand: “Em ji tiştê ku Tom Barack kiriye û amadebûna wî ya berdewam ji bo xizmeta welatê me pir teqdîr dikin.”

Back to top button