FlaşPolîtîk

Amerîkayê pabendbûna xwe bo piştevanîkirina Herêma Kurdistanê tekez kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê daxwaza dabînkirina dadperwerane ya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi rêjeya %14.14 di budceya federalî ya 2027ê de kir, û her du aliyan jî tekez li ser leza di pêkanîna kabîneya nû û çalakkirina parlamentoyê de kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandinek belav kir û tê de amaje da ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşem, 21ê Cotmeha 2026ê, pêşwaziya Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Balyoz Steve Fagin kir.

Di wê civînê de, ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Gwendolyn (Wendy) Green amade bû, her du alî li ser zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî û girîngiya parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê pabendbûna welatê xwe bi berdewamiya piştevaniyê bo Herêma Kurdistanê diyar kir; herweha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rêz û spasiyên Herêma Kurdistanê bo piştgiriya Amerîkayê tekez kir.

Her di wê ragihandinê de hatiye ku her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî daye ku di pareka din a danûstandinan de behsa mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin. Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku divê bi awayekê dadperwerane û li gorî rêjeya %14.14 ya hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê, pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federal de bo sala 2027ê bê veqetandin.

Back to top button