Civak

Ji min pêve kesek behsa Ocalan nake..!

Dr. Ali Kemal Özcan li Zanîngeha Tunceliyê wekî serokê beşa sosyolojiyê û şêwirmendê rektor kar dike. Ali Kemal keseyeteke û nêzikî dezgehên hesas yê dewletê û hemn demî de gelekî nêzikî Abdullah Ocalan e.

Dema hilbijartinên 23ê Hezîrana 2019ê de, Navbera Ocalan, Selahattin Demirtaş û Qendilê de ji bo helwesta hilbijartinên herêmî nakokiyek derket holê. Ocalan dixwest ku, HDP tu helwestekî daneyne û bê alî bimîne. Lê Demirtaş û Qendil bi israr dixwestin pişgiriya CHPê bikin. Di vê xirecira di navbera PKKê de, Ali Kemal Özcan daxwaz ji dewletê kir ku, herê Îmralî Ocalan bibîne û helwesta Ocalan bighîne Raya Giştî û dengderên HDPê.

Ali Kemal Özcan serdana Îmralî kir û hevdînek li gel Ocalan pêkanî. Ocalan nameyek da Alî Kemal daku ew namê ji bo xelkê werê eşkerekirin. Lê HDPê rê neda ku ev name ji aliyê Ali Kemal Özcan ve werê eşkerekirin. HDPê jî ev name sansûr kir û beşek ku kesek tê negihê eşkerekir. Ev yek paşê gelek hate gotubêjkirin.

Van rojan cardin Ali Kemal Özcan gotunên tund di derbarê DEMê de bi kartîne. Ali Kemal Özcan di daxûyaniyeka xwe de behsa DEMê dike û dibêje: “Ji bilî min kes qala Öcalan nake; ji ber ku ew wî nas nakin. Ew hemî bêkêr in, hemî saf in, hemî materyalîst in.

Ali Kemal Özcan berdewamiya daxûyaniya xwe de got:

“Serokê navçeyê ku rojê 5 caran dibêje ‘Serok’,
serokê parêzgehê ku 10 caran dibêje ‘Rêberî’,
endamê reveberiyê ku 15 caran dibêje ‘Rêber an Serokatî’,
û endamekî parlementoyê ku 20-30 caran dibêje ‘Birêz Öcalan’ heq dike ku bibe endamê parlementoyê.

Ji ber vê yekê, her kes bi pratîkî ji bo gotina van gotinan rêz dibin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button