Nivîsar

Tirkiyê dixwest Barzanî serokomarê Îraqê be

Înkara wê yekê nayê kirin ku Tirkiyê û bi taybetî jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu wek welatê cîranê Îranê û çend welatên din ên navçê di têkdana proseya siyasî ya Iraqê de roleke berçav lîst. Rojekê berî rûniştina dîrokî ya Hewlêrê ku di vekirina girêka kor a pêkanîna hikûmeta Iraqê de xala fetlînokê bû, Davutoglu bi lez xwe gihand Hewlêrê û dû re di heman rojê de çû Bexda. Ev serdana Wezîrê Derve ya Tirkiyê derba kuştinê li civîna Hewlêrê xist.

Davutoglu li Hewlêrê Barzanî dît, naveroka axaftina Davutoglu ku herdem û li her cihekî îd`îa dike ku ew di prosesa siyasî ya Iraqê de destêwerdanê nakin, ew bû ku Kurd ji bo Alawî dev ji postê serokatiya komarê berdin! Ev di heman demê de polîtîka Amerîka ya hevbendê me ye jî! Ku heta nefesa dawî guşar li ser Barzanî kir ku dev ji postê serokatiya komarê berdin. Davutoglu di civîna ligel Barzanî de daxwaz jê kir ku dev ji daxwazkirina postê serokatiya Talabanî berde: Lê bi şertê ku Barzanî vê postê werbigre! Ev li gor axaftina hinek çavkaniyên Tirk e. Roja din tevî ku bendewariyek hebû ku civîna Hewlêrê bi encamên baş bidawî bibe, lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Bexda giyanekî nû da Lîsta Iraqiye ya Alawî ku piraniya wan Ereb ên Sunî ne û Tirkiyê li ser bingeha mezhebî hevkarî û piştîvaniya wê dike. Lîsta Iraqiye çend roj beriya civîna Hewlêrê dihat texmînkirin ku hilbiweşe, lê Tirkiyê wek Xoce Xizr hat hawara Alawî û manavereya Davutoglu ya dawî karê xwe kir.

Tirkiyê ku di polîtîka xwe ya derve de li dahola sekûlarîzim û hevsengiyê dide, mixabin radestî siyaseteke mezhebî ya berteng bûye û ji pencereya Sunîtiyê berê xwe dide cîhanê û bi taybetî jî li Iraqê tiştê jê hat kir da ku Erebên Sunî ku hevmezhebên xwe dibîne, serbikevin. Davutoglu ku her kes wî wek mêrekî vekirî û nûjen dinase, di meseleya piştgiriya Erebên Sunî de mixabin danerê siyaseta derve ya Tirkiyê ye, lê di demekê de ku li tembûra dostaniya Kurdan dixin, ti pêngavek berbi aliyê jihev nêzîkkirina Kurdên Sunî û Erebên Sunî neavêt. Ji ber li gor Tirkiyê sunîtiya Kurdan li Iraqê bê nirx e, jiber tenê Ereb nûnerên Sunîyan e.

Serencam insyatîfa Barzanî serî girt û hevrikiya tevahiya rêberên Îraqê û welatên navçeyê jî kir ku her yek xwedî acendayekê bû. Hemû kes dizane ku postê serokatiya komarê di warê aktîf de ne ewqasî girîng e.
Rast e ku ji serve piraniya welatan piştevaniya destpêşxeriya Barzanî kirin, lê vejandina rola Barzanî tê wateya kêmkirina rola wan li Îraqê, lewra tê çaverêkirin ku di demeke dirêj de têkiliyên wî bi hinek welatên navçeyêre xira bibe û li ser rêya xwe ya Îraqê Barzanî wek wek astengekê bibînin.

 

Rêbiwar Kerîm Welî/Rudaw

Back to top button