Ji bo pêşwazîkirina mesîhîyan komîteyek hat pêkanîn
Bi fermana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û li ber ronahiya kombûna serok Barzanî ya li gel kabîneya hikûmeta herêma Kurdistanê, îro çarşemiy 24.11.2010î bi mebesta danîna cihên pêwîst ji bo pêşwazî kirina li wan mesîhiyên ku bi sedema êrîşên teror û şidetê ji navçeyên dinê Iraqê ber bi herêma Kurdistanê tên, serokayetiya civata wezîran bi pêkanîna komîteyekê raspard.
Kerîm Şingalî wezîrê navxoya hikûmeta herêma Kurdistanê serokatiya wê komîteyê dike ku nûnerên serokatiya herêma Kurdistanê, wezîrê veguhestin û gihandin têda endam in, herwesa nûnerên wezaretan xwendina bilind û lêkolînên zanistî, wezareta perwerdeyê, fermangeha pêwendiyên derve, waliyên Hewlêr, Silêmanî û Dihok jî nûnerê xwe di vê lîjneyê da hebin.
Her wiha serokê komîteyê ku wezîrê navxoya herêma Kurdistane, dikare li gor pêwîst nûneriya dêr û rêxistinên mesîhiyan di vê komîteyê de zêde bike.