Îroj

25'ê Sermawez

25ê Sermawez

Di sala 1960’an û di rojekê wek îroyê de ji aliyê Komiteya Yekîtiya Neteweyî (Milli Birlik Komîtesî) ve girtiyên Qampa Sêwasê ji bajarên Tirkiyeyê re hatin sirgun kirin.

Di 27ê Gulanê û di sala 1960’an de Artêşa Tirk ya Kemalîst darbeyekî leşkerî saz kirin û piştî darbeyê desthilatdariya Partiya Demokrata Tirkiyeyê bidawî bûbû.

Piştî 4 roj ji Kurdistanê 485 kesên wekê Rewşenbîr, Sîyasetmedar ,Şêx, Axa,Serok Eşîr û serokên civatê Kurdan hatin girtin û di Qempa Sêwasê de dîl hatîbûn girtin.

Di nava girtiyan de Serokê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye Faîk Bucak (Bavê Sertaç Bucak) Parlamenterê wê demê ya bajarê Wanê Tevfik Dogu Işıker, Zeynel Turanli (Bavê Dengîr Mîr Mehmet Firat),Hesen Dogan, Mehmet Bucak û Hakki Bucak (Bavê Sedat Bucak) Her du kurên Şêx Seîd , Şêx Selehadîn û Şêx Alî Riza, ji bajarê Wanê Kînyas Kartal û çend endamên malbata Kartalê, ji Colemergê malbata Ertuşiyan, ji Agiriyê malbata Ozturkan, ji Amedê Abdurrezzak û Saîd Ensarioglu û çend endamên malbata Ensarîogullari, ji Mêrdînê parêzer Mihemed Necatî Kerimoglu û Bahadîn Erdem. Ji Agirî Kazim Yildirim, ji Meletî Sait Çekmegil, ji Amedê Cemîl Kufrevî û ji Êlihê Sait Ramanlı, Kubbettin Septioğlu, Zeynel Abidin İnan, Mustafa Işık, Rıfat Ökten, Turhan Bilgin hebûn.

Ji van 485 girtiyan 193 kes di 21’ê Sermawezê 1960’an de serbest hatin berdan û yên din jî 3 mehên xwe di nava hucreyên tekakesî de û 2 sal û nîv jî li bajarên Tirkiyeyê di jiyanekî sirgun de mane.

Di Cotmeha sala 1963’an de efuyekî giştî hate derxistin û kesên sirgunkirî serbest hatin berdan. Dewleta Tirk lêborîna xwe ji wan kesan nexwestiye her wiha piştî qempê jî ji her yekî van ji bo xwarin û vexwarinê 400 Lirayê Tirk girtiye.

 

Back to top button