Civak

Xristiyan ji bo ewlehiya malbatên xwe tên Kurdistanê

Piştî kirdarên terorane û kujtinê yên evê dawîyê yên ku bi serê Krîstyanên Iraqê dihên, bêtirî 58.000 malbatên Xrîstyanî berê xwe dane herêma kurdistanê û lê koçber bûne.

Çekdarên terorîstan bi çekên biçûkên pêşkevtî! Êrîşî malbatên Xrîstyanan dikin û wan ji cih û warên xwe derdixin.

Roj bi roj jî, ev kirdarên han dijwartir dibin û bi taybetî li bajêrê Mûsilê û bajêrê Baxdadê, ev kirdarên han dihên encamdan. Terorîstên nenas û gelekî profesiyonal evan kirdaran encam didin.

Pêdivêyî nîşandanê ye, ku ev êrîşên han ên terorîstan ên li dijî Xîstyanan, bi awayekî hovane dihên encamdan, ku heta evê demê kirdarên weha nebûne.

 

PNA ( Peyamner News Agency )

Back to top button