Nivîsar

"Ocalan nebê kesek ne tişteke"

 


Piştî ku Ocalan di derbarê serokê şeredariya Diyarbekirê Osman Beydemîr de axivî û gote “ bila ew li karê xwe binêre“. Minaqeşeyek nû destpêkir. Ji berî hertiştekî ev helwestên Ocalan li himber kesayetên ku di çerçova PKK-ê de siyasetê dikin ne tiştek nûye. Ocalan  di derbarê piraniya kesên ku îro di nav BDP-ê yan jî derdoraPKK-ê de siyasetê dikin bi dehê caran gotinên hişk gotine û bi awayekî ava serê wan kelandiye.

Lê tişta li vê derê li ser bê minaqeşekirin ne helwesta Ocalane. Helwesta wan kesayetên û Ocalan guhê wan dikişînê ye. Tişta ku têzanîn, ne bi daxwaziya Ocalan be, ne kesek dikare bibe endamê parlementoyê û ne jî kesek dikare bibe serokê şeredariyekî. Herkese vê yekê dizanê û dema dibin berendam ji bo postekî qîma xwe li her tiştekî tînin. Lê ev nayê wê mane ku hertim sere wan nivz be û tiştên di derbarê wan de tên gotin qebûl bikin.

Dema mirovek ji aliyê xelkê ve tê hilbijartin ji derê rêxistina mirov barek din jî berpirsiyara  millet jî dikeve di stuyê mirov de. Ev berpirsiyarî di nava demê de dikare bandore xwe li kesayeta insana  bike. Yanî di jiyan û ditinên kesan de guhertin çêdibin. Ocalan baydemîr rexne nekir. Ocalan ya rast got. Ocalan dibêje ez tenê cihê biryarêmê, ne Baydemir ne jî Qendîl nikarin biryara sekinandina şer bidin.

Di bingehê xwe de Ocalan ya herî girîng tînê rojevê. Dibêje, eger ev şer tunebûya tu kesek nabiya tiştekî û saya vî şerî hun niha siyasetê dikin, herweha saya vî şerê hun parlementerin û hun serokê şeredariyanin. Herweha em hemî dizanin ku Ocalan dibêje “ Ez tunebim kesek netişteke“

Piraniya tiştan piştî eşkere dibin ji aliyê hinek rewşenbîr û siyasetmedaran ve tê gengeşekirin. Lê herkes rewşa PKK-ê û pêwendiyên Ocalan û kesayetên din dizane. Gelo kesek navê wî/wê derketî pêş di nav xelkê de deng dayî û nebiyî armanca erîşên Ocalan heye? Rexne tişteke, tawanbar kirin û wek mirov yekî bi terbiye bike tiştek dine.

Ocalan tu caran hevalên xwe rexne nake. Wan tawanbar dike û dixwaze wan terbiye bike. Li vêca li vê derê pirsek heye. Di nav KCK-ê, BDP û KCD de, ji derê daxwaziya Ocalan yek biryar nayê girtin û kesek jî nikare ji derê îrada Îmralî hereket bike. Piraniya caran di civatên teng de mimkine gazinda jî ji Ocalan bikin. Lê tu bihayek van gazindan tuneye. Eger çewtiyek hebê mirov dibêje. Gelek kesayet di serê rojeva siyasetê de leyiztine, lê dema Ocalan nexwestiye hêdî kesek navê wan jî telefuz nake.

Ev rastiyek ya PKK-ê û derdora wê ye. Ev rastî neyê dîtin hinek babet bê wate tên gengeşe kirin. Divê babeta Ocalan, Baydemîr û heta  kasî tê gotin “bersiva“ Kişinak jî di vê çerçovê de bê te gengeşekirin.

 

24.11.2010

 

Dara Bilek

Back to top button