Siyasetmedarê Kurd Kerîm Etrûşî koça dawî kir
Kadirê Partiya Demokrat a Kurdistanê, berpirsiyarê PDK ê li Komara Bulgaristanê – Kerîm Etrûşî piştî nexweşiyek giran, roja 23ê meha Çiriya Paşîn wefat kir.
Kerîm Etrûşî – ji xortaniya xwe ve, piştî Şoreşa Îlon a pîroz bi serweriya Barzaniyê nemir, gihişte nav refên Partiya Demokrat a Kurdistanê û heta roja wefata xwe girêdayî xeta neteweyî – xeta Barzaniyê nemir ma.
Kerîm Etrûşî di sala 1967an de wekî xwendevan giha Bulgaristanê û li vir Uniwersiteya Çandiniyê (Ziraatê) li bajarê Plovdivê xwend, paşî jî li heman Uniwersiteyê Doktoreya xwe kir û bi salan wekî asistan li Uniwersiteyê kar kir.
Di jiyana xwe ya siyasî de, berpirsiyariya Bulgaristanê ya PDK kir û herweha çendîn deman bû endamê rêvebiriya Ewrûpa ya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
Du zarokên Kerîm Etrûşî bi navên – Alan û Darîn hene.