Nivîsar

Tirkiye bi Bexda û Hewlêrê re hevkariya sêalî dike

Tirkiye bi mekanîzmaya hevkariya sê alî ya di navbera Enqere, Bexda û Hewlêrê de, dest bi hewlên zêdekirina hevkariyên îstixbaratî û ewlehî yên bi Iraqê re kiriye da ku dorpêça li ser PKK û alîgirên wê li bakurê Iraqê teng bike. Di vê çarçoveyê de Rêveberê Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) Îbrahîm Kalin di her du serdanên xwe yên di nava hefteyekê de du caran bi rayedarên Bexda û Hewlêrê re hevdîtin pêk anî.

Kalin roja Sêşema borî (23ê Çile) berî ku Encumena Asayişa Netewî roja Pêncşemî 25ê Çile li Enqerê bicive, serdana Bexdayê kiribû û ligel Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî û nûnerên Sune, Şîe û Tirkmenan civiyabû. Paşê, Kalin ê ku roja Yekşemê 28 Çile serdana Hewlêrê kiribû, bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HHK) Mesrûr Barzanî, Wezîrê Karên Navxweyî Rêber Ehmed re hevdîtin kiribû. Enqere û Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan bi Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Hasan Turan û Wekîlê Kerkûkê Erşat Salihî re hevdîtin pêk anî.

Hevkariya li dijî PKK

 Li gor çavkaniyên Tirkiyê, di hevdîtina Kalin de geşedanên li herêmê, pêwendiyên Tirkiye, Bexda û Hewlêrê, hevkariya di warê têkoşîna li dijî terorê de, şerê li dijî PKK ku hem ji bo Tirkiye û hem jî ji bo Iraqê metirsî ye, û berdewamkirina têkoşîna ji bo dabînkirina ewlekariya sînor û gelê Tirkiyê, biryardarî hat gotûbêjkirin. Piştî du êrîşên PKK ên di 23ê Kanûna Pêşîn û 12ê Çile de, ku di encamê de 9 leşkerên Tirkiyê hatibûn kujtin, Tirkiyê bi tundî êrişek esmanî bir ser çeperên PKK ên li bakurê Iraqê.

Enqere Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku pêkhateya herî mezin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Kurd e, wek berfirehkirina PKK a li Sûriyê dibîne. Enqereyê jî bi hişyariya li ser hevkariya di navbera Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê û PKK de îşaret bi tedbîrên nû kir. Tirkiye jî di şerê li dijî PKK de pişta xwe bi hevalbendiya xwe ya bi rêveberên PDK re digire. Ji aliyek din ve, li ser nakokiyên di navbera serkirdeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û di derbarê heman dosyayê de YNK bi wê yekê tohmetbar dike ku lihevkirinek nehênî pêk aniye û li parêzgeha Silêmaniyê cîh ji pêkhateyên PKKê re vekiriye.

Yekkirina dosyayên ewlekarî û aboriyê  

Tirkiye di van pêngavên xwe yên dawî de xuya dike ku li ser girêdana hevkariya ewlekarî û aborî bi mijara avê re, ku karteke girîng e, rawestiyaye. Di encama Lûtkeya Ewlehiya Tirkiye-Iraqê ya ku di 19ê Kanûnê de li Enqereyê hat lidarxistin, nexşerêyek ji bo pêşdebirina hevkariya di navbera her du welatên cîran de hat amadekirin. Ji aliyê Tirkiyê ve Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Paraztinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin beşdarî civînê bûn. Ji aliyê Iraqê ve Wezîrê Derve Fuad Husên, Wezîrê Berevaniyê Sabit Mihemed Seîd Reza el-Ebasî, Serokê Heşda Şeibî Falih El Feyad, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Reber Ehmed û Wezîrê Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê Qasim el-Erecî amade bûn.

Di lûtkeyê de her du alî li ser têkoşîna li dijî terorê, çalakiyên PKK, av û şandina petrola Iraqê bi kûrahî gotûbêj kirin. Nexşeya rê ya ku wê têkiliyên bi saziyên pêwendîdar re xurt bike û bi hemahengiya wezaretên derve yên her du welatan re bê şopandin û bicihanîn hat amadekirin.

Di berdewamiya axaftinên xwe de di aloziyên navbera her du welatan de behsa rola PKK hat kirin û tekez li ser vê yekê hat kirin, ku aliyên Îraqî dixwazin PKK ji nava axa xwe derbixin jiber ku ev yek kêşeyê li ser serwerî û serxwebûna welat dike. Aliyê Tirkiyê dupat kir ku ew amade ne di şerê dijî rêxistina terorîstî (PKK) de her cûre piştevaniyê bidin Iraqê, ku herî zêde ziyanê digihîne gelê navçeyê û di destê welatên din de bûye lîstokek.

Di daxuyaniya Lijneya Ewlehiya Netewî ya ku di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de roja pêncşemê da hat kirin, wiha hat gotin: “Zêdebûna peywendiyên bi Iraqa cîran re, xebatên ji bo dabînkirina aştiyê li erdnîgariya me ya hevpar û gavên berbiçav xurtir kir. Divê di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de ev yek bê kirin”.

Hebûna artêşa Tirk Tirkiyê ev 5 sal in li Bakurê Iraqê li ser esasê nêzîkatiya xwe ya ewlehiya nû ya li ser jinavbirina terorê, rêze operasyonên leşkerî yên bi navê “Pençe” li dar dixe. Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de ev daxuyanî bi kar anî: “Heta bihara bê emê binesaziya baregehên xwe yên nû yên li Bakurê Iraqê temam bikin û wê terorîst nikaribin lingê xwe bavêjin herêmê”.

Li gor texmînên Iraqê, Tirkiye li gor peymana ku di demên berê de bi Bexdayê re îmze kiribû, li ser sînor 51 xalên leşkerî hene û li Başîqa jî baregehek leşkerî heye. Tê texmînkirin ku hejmara leşkerên Tirkiyê li nuqte û baregehên cuda yên leşkerî zêdetir ji 7 hezarî ye û ev hejmar digihêje nêzîkî 100 kîlometran û di nav deverên berfireh re derbasî nav axa Iraqê dibin. Lê mijara hebûna leşkerî ya hêzên Tirk car di navbera Bexda û Enqerê de dibe sedema aloziyê. Hewl tê dayîn formula ku her du alî di vê mijarê de li hev bikin û li dijî PKKê hevkariyek bi bandor çêbike, bê dîtin.

 Iraqê ji sala 2018an vir ve zêdetirî 22 hezar û 700 binpêkirinên Tirkiyê li dijî xaka Iraqê tomar kirine. Li dijî destwerdanên Tirkiyê 296 notên protestoyê pêşkêş kirine û disala 2022an de serlêdana gilîkirina Tirkiyê pêşkêşî Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû.

Şarkul Avsat

Back to top button