Qesra Spî biryara erîşkirina hêzên girêdayî Îranê yên li Sûriye û Iraqê ‘pejirandiye’

Karbidestên ewlekarî yên Amerîkî ji televizyona CBS re axifîn û gotin ku, Qesra Spî rêze planên êrîşa li dijî armancên Îranî li Sûrî û Îraqê pejirand.
Rayedaran diyar kirin ku êrîş wê di nava çend rojan de rû bidin û rewşa hewayê wê demê diyar bike.
Yekşema borî, sê leşkerên Amerîkî di êrîşeke bê firokevan de li ser bingeheke Amerîkî li Urdunê, ku pir nêzîkî sînorê Sûrîyê ye, hatibûn kuştin.
Amerîka grûpeke milîsên bi piştgirîya Îranê ji vê êrîşê berpirsyar girt.
Ev grûpa bi navê Berxwedana Îslamî ya bingeh li Iraqê, tê bawer kirin ku ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatiye çekdarkirin, fînansekirin û perwerdekirin.
Rêxistinê berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.
Li aliyê din Tehranê îdiaya ku di êrîşa li ser baregeha leşkerî ya bi navê Tower 22 de rola xwe lîstiye red kir.
Di êrîşê de 41 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûn.
Çar karbidestên Amerîkî ji Reutersê re gotine ku ew firokeya bêpîlot ya ku di êrîşa li ser bingehê de hatî bikar anîn, tê bawer kirin ku çêkirina Îranê be.
Li ser wê yekê ku Qesra Spî wê bersiva êrîşê çi be,bi awayek berfireh hatiye nirxandin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin amaje bi wê yekê kiribû ku welatê wî dê “li cihê hilbijartî, di dema hilbijartî de, bi awayê bijartî” bersivê bide.
Karbidestên Amerîkî ji CBS News re, ku hevkarê weşanê yê BBC li Amerîka ye, di derbarê tolhildana muhtemel de demek neda.
Rayedar diyar dikin ku şert û mercên hewayê ji bo kêmkirina metirsiya zirarê li sivîlan hatine girtin.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden, ku ji bo tolhildanê di bin zextê de ye, her weha bang ji siyasetmedarên hov ên li welatê xwe werdigirin ku armancên li ser axa Îranê bixin.
Lê belê Serok Biden û berpirsên berevaniyê tekez dikin ku aloziya li herêmê naxwaze zêdetir bibe.
Biden di destpêka vê hefteyê de li Qesra Spî di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de peyama “Ev ne ya ku ez dixwazim” da û amaje bi wê yekê kir ku dê li dijî xaka Îranê tu bertek neyê kirin.
Li gorî CBS, Qesra Spî dê tolhildana xwe bi armancên girêdayî Îranê li Sûriye û Iraqê sînordar bike.
Komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike, ji 7ê Cotmehê ve ku şerê Îsraîl û Hemasê dest pê kir, êrîşên xwe li dijî rêxistinên Amerîkî û yên girêdayî Îsraîl zêde kirine.
Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ragihandin ku ew ê li Deryaya Sor û Kendava Adenê êrîşên xwe yên li ser keştiyên Amerîka û Îsraîlê bidomînin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Îranê jî ji bo pêşîgirtina li aloziyeke bi vî rengî gav avêtiye.
Reuters’ê li ser zarê jêderên ku navên wan nehatine eşkerekirin, ragihand ku Îranê karbidestên xwe yên pilebilind ji Sûrîyê vekişandine daku metirsîya ketina nav şerekî berfireh kêm bike.
Di meha Çile de, karbidestên pilebilind ên îstixbarata Îranê li Şamê di êrîşeke asmanî de li Sûrîyê bûn armanc.
Televîzyona CNN vê hefteyê ragihand ku hikûmeta Îranê ji zêdebûna êrîşên ku ji aliyê komên girêdayî wê ve tên kirin nîgeran e.
Hate tomarkirin ku ji meha Cotmehê û vir ve zêdetirî 160 êrîş li dijî hêzên Amerîkî yên li herêmê hatine kirin.
Tê çaverêkirin ku cenazeyên 3 leşkerên Amerîkî ku di êrîşa li ser bingehê li Urdunê de hatin kuştin, roja Înîyê ji bo baregeha Hêza Esmanî ya Delaware ya li Amerîka werin şandin.
Qesra Spî ragihand ku Serok Biden jî dê beşdarî merasîma cenazê leşkerî bibe.
Navê sê leşkeran wekî William Jerome Rivers (46), Kennedy Ladon Sanders (24) û Breonna Alexsondria Moffett (23) hatin diyarkirin.