Cîhan
Kujerê Ramazan Xoce hat girtin

Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand ku kujerê Ramazan Pişkin hatiye girtin. Li gor daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya, E.B ê ku Ramazan Pişkin kujtibû hatiye girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, di daxuyaniya xwe ya li ser medya civakî de got: “Mixabin Ramazan Pişkin ê bi nasnavê Ramazan Xoce yê Diyarbekirê, doh li Fatîha Stenbolê di encama êrîşa bi kêrê de jiyana xwe ji dest da.
Di encama xebatên Midûriyeta me ya Polîsên Stenbolê gumanbarê kujtina Ramazan Xoce E.B hat girtin. Ez polîsên me yên qehreman pîroz dikim Rehma Xwedê li Ramazan Xoce be û ji xizmên wî re sersaxiyê dixwazim. Bila cihê wî bihuşt be”.