Cîhan

Radyoya Swêdê weşana bi Kurdî radiwestîne

Radyoya Swêdê bi hinceta ‘sînorkirina lêçûnan’ biryar da ku beşa xwe ya Kurdî bigire. Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê ji 1ê Nîsana 2024an pê ve weşana xwe rawestîne.

Ev biryar bi hinceta “lêçûnên sînorkirî” yên di çarçoveya polîtîkaya Radyoya Swêdê de hatiye girtin. Biryara dezgeha Radyoya Swêdê di nav Kurdên Swêdê de bû cihê xemgînî û nerazîbûnê.

 Girtina beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê wek zixtên dewleta Tirk a li ser hikûmeta Swêdê hat nirxandin. Wek tê zanîn, ji bo endametiya Swêd a NATO yê Hikûmeta Erdogan gelek sext û şert danîbûn pêşiya Hikûmeta Swêdê. Girtina beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê yek ji wan sextan tê nirxandin.  

Radyoya Swêdê daxuyand ku ewê 225 milyon kron ji xercê qut bikin û hin beş û bernameyên din jî rawestînin. Ji bilî Kurdî biryar da ku weşana xwe ya bi Rûsî û Tîgrînî jî rawestîne.

2300 xebatkarên Radyoya Swêdê hene û hat diyarkirin ku wê 100 kesî ji kar derxin. Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê di 06.01.2001ê de bernameya xwe ya yekem weşand.

Back to top button