Nivîsar

Ya ku kirin armanc Kurd û Kurdistan bû

Pêwîste di vê rojê de ji bo şehîdên 1’ê Sibatê, PDK û YNK li Hewlêrê bi cidîtir li ser yekgirtina mala Kurd bifikirin û gavên pratîk bavêjin…

Asrin Asi Şuani

Her du teqînên xwekujî yên roja 1ê Sibata 2004ê, di yekem roja Cejna Qurbanê de, li du cihên cuda li Hewlêrê, li baregehên her du partiyên mezin ên kurdî, gelek watadare. Li gel dost, heyran û mêvanên şax û baregehên xwe di roja ewil a Cejna Qurbanê de, bê ferq û cudahî her du alî dibin hedefa dijminên Kurdan.

Ev ne cara yekem bû ku dijmin bêyî ku reng, fikir û sloganan diyar bike, Kurd û Kurdistanê dike armanc, ev yek nîşanî me dide ku ji bo dijmin û beqên kor, Kurd bê reng Kurd in, ji ber ku ya hatî armanc kirin Kurd û Kurdistan bû. Şaxê duyem ê PDKê û navenda sêyem ya YNKê bû armanca êrîşa hovane.

Lewma divê di vê rojê de û bi boneya şehîdên 1’ê Sibatê, bask û baregehên YNK û PDK’ê yên li Hewlêrê bi cidîtir li ser yekgirtina mala Kurd bifikirin û gavên pratîk bavêjin.

Ji xwe dijmin jî wek pîşeya xwe ya kevnar hewl didin ku di navbera wan de astengî û şikestinan çêkin, aramiya ku li Kurdistanê heye têk bidin û kurdan û tevgera wan bi tiştên duyemîn dagir bikin, da ku li ser daxwazên wan neherikin  û mafên rewa cîbicî nebin. Xwîna bi dehan lehengên gele me bi neheqî hatye rijandin.

Ger em vegerin ser dema ku Kurd bûne yek, dijminan her tim di asta yekîtî û mafên me de eniyeke dij Kurd ava kirine.

Back to top button