Cîhan
Di meha Çile de 50 kolber hatin kujtin û birîndarkirin

Kurdên ku debara xwe û malbata xwe bi kolberiyê dikin her roj ji alî hêzên rejîma Îranê ve tên kujtin û birîndarkirin.
Li gor belgeyên Saziyên Mafê Mirovî yên Rojhilatê Kurdistanê di meha Çile ya 2024an de herî kêm 50 kolberên Kurd li ser sînorên Kurdistanê rasterast ji alî hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
Herî dawî 6 kolberên Kurd ên ciwan hatine kujtin û 44 kolber jî birîndar bûne. Ji wan 2 kes xelkê Ciwanro, 2 kes xelkê Seqiz û yên din jî xelkê Pawe û Şaho bûne. 4 ji wan li ser sînorê Newsûdê û du kesên din jî li ser sînorê Banê hatine birîndarkirin.
Zêdetirîn kolberên ku bûne qurban (29 kes) li ser sînorê parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.