
Di 24 Çileya Paşîn (january) 2010 de Konferansa Dêrsim-1938 ê li Stockholmê pêk tê. Konferans ji aliyê Kurdocide Watch-Bakur ve tê organîzekirin. Gelek dezgeh û kes piştgiriya xwe pêşkêşî konferansê dikin.
Me, berî niha dîtina şanoger Kemal Gorgu pêşkêşî xwendevanan kiribû. Gorgu, bi lîstikek şanoyî beşdarî konferansê dibe. Hevpeyvîna duwê bi rojnamevan nivîskar Seyidxan Anter re hatibû kirin.
Em hevpeyvîna nû ya bi serokê enstîtuya Aşûriyan (Mezopotamya) li Stockholmê, Jan Bet-Sawoce re hatiye kirin, bi we re pay dikin. Enstîtuya Mezopotamyayê piştgiriya konferansê dike.
Sawoce di 1955 de li Tora Evdînê hatiye dinyê. 1975 an de li Swêdê bi cî bû. Demek dirêj e bi karên rêkxistînî mijûl dibe. Ew rêvebirê Enstîtuya Aşûriyan li Swêdê ye. Her wisa edîtorê giştî ya kovara Nsibin e. Hejmarek pirtûkên Sawoce çap bûne.
– Enstîtuya Aşûriyan çi demê ava bû û armanca wê çi ye?
Jan Bet-Sawoce: Enstîtu di 1998 an de ava bû. Vê kêliyê kitêbxaneya xwe de xizmetê dike û di pirtûkxaneyê de hejmarek bilind ji pirtûk û dokumetên li ser nasname, çand û baweriyên li herêma Mezopotamyayê hene. Kitêbxaneya me di Zanîngeha Sodertornê, li Flemingsberga Stockholmê ye.
Yek ji armancên enstîtuyê ew e ku, pirtûkên nû û yên kevnare ku li ser herêmê hatine nivîsîn, berhev bike. Her wisa pirtûkên li ser dîrok û zimanên li harêma me, çap bike û bighêjîne ber destê xwendevanan.
– Hejmara Asurî /Suryaniyan li Torê û bi giştî li Turkiyê çiqas e? Pirsgirêka herî mezin çi ye? Nêzîkbûna Turkiyê li pirsê çawa ye?
Jan Bet-Sawoce: Hejmara Asuriyan (Suryani-Kildani) li Torê û li Turkiyê nêzî 20 hezaran e. Beşek mezin ji wan li Stenbolê, yên din jî li aliyê Tora Evdînê û Botanê dijîn. Ew jî mîna gelên din ji awira fermî ve nayên nasîn. Piştî avabûna Komara Turkiyê ji bilî turkî pê ve tevayê zimanên din hatin qedexekirin. Tevayê gelan weke turkan hatin hejmartin, weke mîsal Asurî / Suryanî weke ”turkên mesîhî”, kurd jî ”turkên çiyayî” hatin binavkirin.
Zilm û tadeyiya rejîmên Kemalîst li hemberî gelên din hetanî roja me bê westan û bi hemû hişkiya xwe domiya ye, didome. Rejîmên Kemalîst ji bo ku zilm, heqaret, sirgon, talan û qetilkirinên xwe bi cî bînin û bighêjin armancên xwe, sergirtî anjî eşkere, hêz û dezgehên sivîl û leşkerî ava kirine/dikin.
– Li ser giringiya Konferansa Dersimê dîtîna xwe ji me re bihêne zimên….
Jan Bet-Sawoce: Konferansa li ser Jenosîda Dersimê, bi qasî konferansên din li Cîhanê yên li ser pirsên jenosîdê pêk tên, giring e. Divê ji gelek awiran ve giring û cidî bê dîtin.
Di dema jenosîd kirina Asuriyan ya di 1915 de ku bi ”Sala Seyfo” tê nasîn, Dersim û cihên elewiyan bûbûn îstasyonên rawestandinê û deverên parastina Mesîhiyan, anku Ermenî, Aşûrî û Grêkiyan.
Di ser rêya Dersimê re gelek kes derbasî herêma Kafkasyayê bûn û ji wir jî xwe gihandin welatên din. Bi vê rêyê ji kûştinê rizgar bûn û xwe gihandin cihên bê xeter.
Kurdocide Watch News