Polîtîk

Kampanya îmzeyan ji bo serokê Dalkurdê dest pê kir

 

Piştî ku dadgeha Turkiyê ji Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil re nêzî salekî cezeyê hepsê da, li dijî biryarê dengê nerazîbûnê bilind û zêde dibin.

 

Duhî Partiya Çep ya Swêdê Vänster Partiet kampanyek mezin ya îmzeya da dest pêkirin. Kampanya li dijî biryara dadgeha Turkiyê hatiye dest pêkirin armanca xwe wisa diyar dike:

 

Ramazan Kizil ji aliyê dadgeha Turkiyê bi 10 mehan hate cezekirin. Sucê Kizil, axaftina bi kurdî di civînek DTP ê de bû.

 

Em weke kesên demokrat û mirov piştgiriya Kizil dikin û li cem wî û taveyê kurda ne ku, ji bo mafê bi kurdî axiftinê dixebitin, bi xebatên polîtîk li Turkiyê û welatê xwe mijûl dibin.

 

Daxwaziya me ew e ku, dadgeh û biryara dadgehê ji aliyê hikumeta Swêdê, bi taybetî ji ailyê serokwezîr Reinfeldt û wezîrê karê derve Bildt ve bê mehkûmkirin. Niha dema wê ye ku, hikumeta Swêdê bi xurtî li dijî Turkiyê û zilma wan ya li dijî kurda raweste.    

 

Kesên bixwazin dikarin bi rêya vê malperê piştgiriyê bidin serokê Dalkurdê Ramazan Kizil:

 

http://www.namninsamling.se/index.php?Forum=Forum&sida=2&fnvisa=forum&nid=4153

 

EuroKurd News – eurokurd.net

 

Back to top button