Polîtîk
Sabit Kanadoglu ji bo doza ergenekonê tawanbar e
Di çerçova doza Ergenekonê de kesayetek naskirî û kemalistek bi nav û deng serdozerê Dadgeha Temîzê yê berê û niha jî serokê serefê yê Dadgeha Temîzê Sabit Kanadoglu jî çû dadgehê û 2 seetan êfade da dozgerek yê doza Ergenekonê. Kanadoglu niha jî li Tirkiye kesayeteke ku dema pirsek yasayî tê rojevê pirsa dawî ji wî tê kirin.Dema dozgerên doza Ergenekonê Kanadoglu xwestin dadgehê wî nexwest herê, lê doh mecbûr ma çû du seetan êfa de da. Bê goman di çerçova vê dozê de çûyina Kanadoglu gelekî giringe.
Dema Kanadoglu ji êfade derket ragihand ku: wî karê xwe kiriye û hatiye êfade daye, herweha got ku; li vî welatî divê serokkomar û serokwezîr jî wek hemweletiyekî dema pêwist be bêne dadgehan.