Polîtîk

Sê qewareyên kurd ji hilbijartinan hatin dûrxistin

Desteya Lêpirsîn û Dadwerî ya Iraqê ku, wezîfeya wê we ku kes, rêxistin û aliyên siyasî yên girêdayî Partiya Bassê ji pirosesa siyasya Îraqê dûrbêxin,  biryar da 15 qewareyên siyasî bi tohmeta peywendiya wan bi Hizba Baasê ve hebûye ji hilbijartinên dahatû yên parlamentoya Iraqê bên dûrxistin û di nav wan de serokê Bereya Diyalog a Niştimanî Salih Mutleg  û  sê rêxistinên kurdan jî hene hene:

1-      Korbenda Niştimaniya Îraqî bi serokatiya Nehro Mihemed Abdulkerîm

2-      Partiya Edaletê a Kurdistanî bi serokatiya Erşed Zêbarî

3-      Kutleya Hemû Îtaqiyan bi serokatiya Cewher Herkî,  

Wek tê zanîn serokên van hersê rêxistinên li jor ku kurd in, di dema rijêma Sedam de, ew serok caş bûn û destê wan di anfalkirina gelê kurd heye. Bingeha her sê rêxistinan li bajarê Mûsilê ye û serokên wan rêxistinan jî heta noke nehatîne herêma Kurdistanê.

Back to top button