Serokê hikûmetê jî got: Nabe bi çi awayekî aramiya jiyana welatiyan bê têkdan
Li bajêrê Silêmaniyê, Berhem Salîh serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji hêzên ewlekariya naxwe kir ku bidûvdaçûna hûrtir ji bo rewşa ewlekariya sinorê parêzgeha Silêmaniyê û lêkolînên li ser sedem û pêkhênerên tawanên rûdanên dawîn bikin û tawanbarên rûdanan radestî qanûnê bikin.
Salih duhî li Silêmaniyê digel berpirs û efserên hêzên asayîşa navxwe civiya û hêzên navxwe bi wê çendê wezîfedar kir ku ji bo dabînkirina asayîş û aramiya zêdetir jibo welatiyan û parastina can û malê welatiyan, kar û çalakiyên xwe pêş bixin. Salih got:” Nabe aramiya ku Silêmanî û derdora wê pê hatiye nasîn bê xerakirin, nabe bi çi awayekî aramiya jiyana welatiyan têkelî qayîşkêşanên siyasî bê kirin.”
Salih her weha got:” Ji ber ku nuha Kurdistan û Iraq berbi hilbijartina giştî ya Iraqê diçe pêwîst e tedbîrên ewlekariyê di asteke bilind de bin daku hilbijartin di atmosfereke aram û azad de bi rê ve biçe.”
Wek tê zanîn di roja 7.1.2010ê de Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, diltengiya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de ragihandbûn ku Hisên di daxuyaniya xwe de got bû:
Birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê tekîd li ser wê xalê kiriye ku pêwîste wezareta pêşmerge û wezareta navxoya herêma Kurdistanê bi erkên xwe yên fermî yên di warê parastina ser û malê hemwelatiyan rabin û nabe rê bidin bi tu kes û aliyek ku aramî û rewşa asayîşa herêma Kurdistran têk bidin.
– Birêz serokê herêma Kurdistanê minaqeşeyên siyasî û meseleya hebûna bîr û baweriyên cuda bi diyardeyek saxlem dizane û her wiha cenabê wî dakokî li ser wê xalê jî kiriye ku tecrûbeya derbasbûyî wê yekê jî eşkere kiriye ku bi tundutîjî, şer, duberekî û nexweşiyê tu pirsgirêk çareser nabin û tu aliyek jî sûdmend nabe. Ji ber ku li pêvajoyek wiha de pêwîste rêya diyalog û lihevdutêgihiştin û hevduqebulkirinê bê holê, bi vî awayî jî dikarin pirsgirêkan çareser bikin û parêzgeriyê jî ji destkeftên xwe bikîn