Polîtîk

Serokatiya Kurdistanê bi dijwarî besiva Suriyeyê dide

Peyvdarê serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi dijwarî bersiva wezîrê derve yê Suriyeyê Weîd Muelim dide û dibêje ku, Wezîrê derve yê Suriyeyê Welîd Muelim ew kes nîne karta welaperweriyê dabeş bike.

Umêd Sebah di daxuyaniua xwe de dibêje: Em nizanin ji bîra Welîd Muelim çûye yan ew ji bîra xwe dibe ku, yekem siyaseta bierebkirina Kurdistanê li Suriyeyê, li ser destê şovenên weke Muelim dest pê kiriye.

Li ser gotinên Muelim ku behsa serokêzîndankiriyê PKKê kiriye, peyvdarê serokatiya herêma Kurdistanê dibêje ku, Ebdula Ocelan li cem wan bû, lê dest jê ber da û ji Suriyeyê derxist derve û beşdarî di wê pîlana dijî Ocelande hatiye kirin, kir.

Ev li jêr teksa daxuyaniyê:

Roja pênceşmiyê 6ê çirîya paşîn rojnameya Exabar ya Lubnanî hevpeyvînek digel wezîrê derve yê rijma Suriyeyê Welîd Muelim weşand ku, tê de navborî gotên nerast li ser serok Barzanî û Kobanî (ku ew bi Eynul Ereb bi nav dike) kirine.

Di bersiva wan dîtin û gotinên nerast de em bi pêwîstî dizanin rabigehînin ku, xelkê Rojava û bi taybetî xelkê Kobanî ji hemû kesî baştir dizanin kê hevkariya wan kiriye û Welîd Muelim ne ew şexse karta welatperweriyê dabeş bike.

Em nizanin ji bîra Welîd Nuelim çûye yan ew ji bîra xwe dibe ku, yekem siyaseta bierebkirina Kurdistanê li Suriyeyê, li ser destê şovenên weke Muelim dest pê kiriye.

Welîd Muelim di hevpeyvîna xwe de navê birêz Ocelan jî aniye. Ew nizane bi çi rû behsa Ocelan dike? Ji ber ku Ocelan li cem wan bû, lê dest jê berdan û der kir û beşdarî di pîalan dijî Ocelan de hatiye kirin, kir. Eger Muelim rast dike û misqalek hest li hember kurdan yan her aliyekî din yê kurdî heye bila bi zelalî û biwêrane îtîrafê bi hebûna gelê kurd li Suriyeyê bike.

 

Dr. Umêd Sebah

Peyvdarê serokatiya herêma Kurdistanê

09.11.0214

Back to top button