Li Amedê ji aliyê Pir Sultan Abdal Kültür Derneği (PSAKD)ê ve çalakiya eşûreyê li ber Mala Cemê hate li darxistin.
Çalakî bi axaftina Serokê PSAKDê yê Şaxê Diyarbekirê Cafer Koluman destpêbû. Girseyeke zêde beşdarî çalakiyê bibû.
Di vê çalakiyê de Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) Mustafa Özçelik, Hevseroka Şaredariya Amedê Gulten Kişanak, Cîhgira Serokê Giştî yê HDPê Meral Daniş Beştaş û Rêveberê Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanya Nedim Erkiş axaftin. Piştî axaftinan Pîrên Elewiyan Musa Karkin û Hidayet Ulugerçek gulbang xwendin.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik bi Kurdî axaftinek kir. Serokê PAKê di axaftina xwe de,behsa neheqî û qetlîamên ku li Elewiyan hatiye kirin kir.Özçelik got ‘’ Bidestxistina maf û azadiyên elewîyan yên bawermendiyê, armanceke PAKê ya esasî ye’’ . Herweha Özçelik got ‘’Ew siyaseta yek dewlet, yek milet, yek welat, yek alê ji aliyê rayedarên Dewleta Tirk ve wek siyaseta ‘yek ol, yek mezhep ’ jî hatiye domandin’’. Özçelik got, ‘’ Îro çi elewî, çi sûnne, çi xiristiyan, çi êzidî , hemû gelên Kurdistanê , jibo Şingalê û Konabanê yekgirtineke xurt pêkanîne û azadiya Kurd û Kurdistanê jî dê bi yekitiyeke rasteqîne ya neteweyî û Kurdistanî pêk were.’’ 09.11.2014
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)