Nivîsar

Ev çi metirsiye?

Cemal BATUN

Di pêvajoya dîrokî ya piştî damezrandina Komara Tirk de, Enqere dibe ku yekem car be bi xeteriyên berbiçav ên sistema xwe ya 90-salî de têt. Paradoksek mezin bû/e ku piştî hilweşandina sistema sosyalist / sistemên otokratik – diktatoryel, dewleta Tirk karî li ser piyan bimîne û bi formulasyona ideolojiya desthilatî ya Kemalist dewleta xwe birêve bibe. Herçend ku di destpêka bidestxistina hukimet / birêvebirina desthilatê de AKP li gel eskerên kete nav dijberiyek berfereh de jî, xuya dike ku konsensusek di navbeyna aliyan de rû da û niha berhemên vê konsensusê di jiyana birêvebiriya welatê Tirk de xwe eşkere dike…

Herçend ku di demên cuda de aloziyên di navbeyna Rojava (bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerika) û Tirkiye de, bi xêra konjukturên ku di selameta Tirkiye de bûn nekarîn gelek kûr bibin, aloziya ku niha di navbeyna Tirkiye û Rojava tê jiyandin xuya dike ku ji yên pêştir gelek kûrtirr e. Armanc, plan û programên pêşeroja herêma Rojhilata Navîn ji alî Rojava ve bi awayek û ji alî xwendina Tirk ve bi awayek din tê şirove kirin.

Hest û helwêstên û bi taybetî jî kiryarên dewleta Tirk di rewşa hevkarî, alîkarî, support û nirxandina  Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de, ji alî cîhana Rojava ve ne tenê rexne, herweha bi xwe re encama cemidandina têkiliyan jî anî. Danûstandinên Enqereyê bi taybetî li gel  Almanyayê (ku heta niha wekî welatek hevkar ê nêzîk ê Tirkiye li Rojava bû) û Amerikayê birînek dijwar xwarine. Daxuyaniyên birêvebirên destê yekem ên van her du welatên xwedî giranî (wekî daxuyaniyên Serokwezîr a Almanya Merkel, Hevseroka Partiya Jîngeh Claudia Ruth, Sekreterê Dewletê ango Cïgirê Serokê Amerika Biden, girêdayî Tirkiye nimûneyên herî berçav in) sarîtiya navbeyna Enqere û navendên girîng ên cîhanî dide xuyakirin…

Têkilî / nêzîkahiya (bi taybetî piştî şerê Kurdistan û cîhanê li gel DAIŞ ê de) di navbeyna Kurdistanê û dinyaya demokratîk de ta / nexwe1î  di laşê nasyolizma Tirk a desthilatî û bi giştî li gel nasyonalizma Tirk a gelemperî jî peyda kiriye. Çepên Tirkan ên ”enternasyonalist” û Xwedêgiravî ku hin ji wan ku xwe ”hevalên” doza Kurd nîşan jî dikin (wekî Hasan Cemal, Cengiz Çandar û h w d) jî ketina vê ta ya metirsiyê de! Li gor baweriya wan: Rojava li Rojhilata Navîn hevkar / mutefik ê xwe stratejik guhertiye û hevbendê stratejîk ê Rojava dibin: KURD!.. Ev yek jî, metirsiyê di avahiya Komara Tirk de peyda dike û stratejiya yekdewletî ya Tirkiye dikare birînek kûrr bixwe!

Nivîskar / zanyarên dewleta Tirk bala dewleta xwe dikşînin ku dev ji siyaseta xwe ya dijberiya Rojava berdin. Na xwe  Amerika, Ewrûpa û Kurd dê Tirkiye perçe bikin! (Nivîsên Cengiz Çandar di rojnameya Radikal: ABD, Bati ve Kürtler Türkiyeyi ve Ortadoguyu parcalayacaklar mi? 1,2 di 5 û 6. 11. 2014an de)…

Komara Tirkiye karî ev nêzîkê 100salan e, dinyayê girêdayî pirsa / rastiya Kurd de ji mijûliyê dûr bixe. Sedema bingehîn a vê koratiya cîhanê jî: rewşên konjukturel, cografî / demografik strateji ya Tirkiyeyê bû. Xwendina Rojava ya Rojhilata Navîn bi ber2avkên Tirkiye ve dihate xwendin.

Dem ber bi asoyek din ve diçe…Asoyek a ku tê de hîle, dolab wekî berê nikarin cîh bigirin. Hest û helwêst girîngtir dibin. Demokrasiya rasteqîn zêdetir derdikeve rojevê. Di wir de jî aso li ber Kurdan ronahîtir e. Dinamizm / demokrasiya Kurd bi hunandina yekîtiya xwe neteweyî ve dikare bihêle ku Kurd bibin neteweyê herî nêzîk ên nirxên demokrasiyê li tevayiya Rojhilata Navîn de…

Stockholm: 10 mijdar 2014
______________________________

Back to top button