Nivîsar

Kurdistan di belgeyekî Osmanî de

KURDISTAN DI BELGEYEKÎ OSMANÎ DE

Rojnameya Radikala Tirkî, bi sernavê Çareseriya Hezarsale di hejmara xwe ya roja 09/11/2014an de digel belgeyekî mêjûyî ku tê de navê Kurd û yê Kurdistanê jî hene, pêşkêşê xwendevanên xwe kiriye:

”Ansiklopediya Tirkî a Pêşî, li ser xala Kurdistanê ya di ansiklopediyê de, li ser fermana Qanûnî û li ser nameya serleşkerekî Elmanî nivîsiye.

Dibêje ku ew Ansiklopediya Pêşî ya Tirkî bi navê Qamus-ul E´lam ku ji aliyê Şemsedîn Samî ve di 1889-1898an de hatiye nivîsandin, di xala Kurdistanê de weha nivîsiye: Kurdistan welatekî mezin e, li rojavayê Asyayê ye û beşa mezin di destên Îranê de ye. Piraniya kesên li ser vê axê dijîn, bi navê Kurd hatine navdarkirin.

Demekê li ba me jî Wilayeta Kurdistanê hebû, niha li Îranê jî Eyaleta Kurdistanê heye. Ji ber ku Kurd pir belavbûyî ne, niha kifşkirina sînorên Kurdistanê zehmet e.”
Çendî ku di vî belgeyê bi tîpên erebî û bi zimanê Osmanî de hin zînor ji Kurdistanê re hatine diyarkirin jî, lê belê rojnameyê ew bi giştî nenivîsiye.

Zeynelabidin Zinar

http://www.radikal.com.tr/kultur/ilk_turkce_ansiklopedide_kurdistan_maddesi-1227119?scenario_id=ilgilihaberradikal&action=click&label=haberdetay2&widget_id=4820909138466842

 

 

Back to top button