Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan civiya

Li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Matthew Mac Farlan û şandeke pê re kir û li ser rêkeftina Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) axivîn û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de û yekkirina Pêşmerge babetek sereke yê gotubêjê bû.
Her du aliyan tekezî li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo jinavbirina DAIŞê bi temamî û jinavbirina metirsiyên wan li ser aştî û aramiya Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî kirin.
Di vê derbarê de General Mc Farlan tekezî li ser pabendbûna hevpeymaniya navnetewî ya li ser berdewamiya palpiştiya Îraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û her du alî behsa hevkarî û hemahengiya di navbera artêşa Îraqê û hêzên pêşmerge bo şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin.
Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên proseya siyasî û hilbijartina serokomarê Iraqê û destnîşan kirina serokwezîrê nû yû Iraqê hate gotubêjkirin.
Herweha pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û çendîn pêşhatên din jî babetû gotubêjên civînê bûn.
Di civînê de Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî amade bû.