Polîtîk

Rojbeyanî:Me xaka Başûrê Kurdistanê ji dest da.

Rojbeyanî: Mixabin partiyeke Kurdistanî xiyanet li netewe û welatê xwe kir

Di ser xiyaneta 16ê Cotmehê ku di encamê de kurdan ji sedî 51 xaka Başûrê Kurdistanê ji dest da, 5 sal derbas bûn.

Roja 16ê Cotmeha 2017ê, bi xiyaneta hin serkirdeyên Yekîtiya Hêzên Iraqê û Heşdî Şeibî êrişî navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kirin, di encamê de kurdan %51 ji xaka Başûrê Kurdistanê ji dest da.

Di vê derbarê de Serokê Komîteya Herêmên Kurdî li Parlementoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: Me xaka Başûrê Kurdistanê ji dest da.

Rojbeyanî got: “Çend caran hewldan bo asayîkirina rewşa wan deveran hatine kirin, lê her aliyek Kurdistanî rêgiriyê li asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dike û rê nade ku rêkeftin bên cîbicîkirin.

Ji aliyê xwe ve, çalakvana Kurd li Kerkûkê Arzû Cebar ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, 35 hezar malbatên Ereb ên şovenîst hatine Kerkûkê. Kerkûk bû bajarê Cibûrî, parêzgarek ferzkirî .

“Gelek cudahî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de hene û piştî xiyaneta 16 Cotmehê, heta di warê gihandina xizmetguzariyan de jî, cudahî di navbera navçeyên Kurdistanî yên Kerkûkê de hene û piraniya projeyên xizmetguzariyê bo wan navçeyên ku Ereb lê dijîn in.

Back to top button