Îranê gefa operasyoneke berfirehtir li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwar

Serokerkanê Hêzên Çekdarî yên Îranê Mihemed Baqirî şeva Şemiyê 15ê Cotmeha 2022an ragihand, “Em qebûl nakin ku 3 hezar çekdar li wî aliyê sînorê Îranê kargehên wan ên çêkirina bombeyan hebin û em ê operasyona li dijî wan berdewam bikin, operasyonên mezintir jî.”
Mihemed Baqirî her wiha got, “Me ji berpirsên herêmê (Herêma Kurdistanê) re gotiye, du rê hene, yan wan bikin hêzeke sivîl û bêçek bikin yan jî Herêma Kurdistanê wan derbixe.”
Li gorî IRNAyê, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan şeva borî bi Sekreterê Bilind ê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Eracî re hevdîtinek pêk anî û li ser mijara “rûbirûbûna” partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê gotûbêj kiriye.
Husên Emîr Ebdullahiyan teqez kir ku ew hebûna van partiyên çekdar li Herêma Kurdistanê “qebûl nakin” û li “dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê” tevbigerin.
Li gor IRNAyê Qasim Eracî dilniyayî daye aliyên Îranê ku “Hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li dijî her hewleke ku ewlehiya Îranê bixe metirsiyê, rawestin”.
Supaya Pasdarên Îranê roja 28ê Îlona 2022an, binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komele, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û kampeke penaberên Rojhilatê Kurdistanê li navçeya Koye ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûn.
Rayedarên Îranê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi tevlîbûna xwepêşandanan û rêxistinkirin û teşwîqkirina gel tohmetbar dikin.
Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) roja 28ê Îlona 2022an ragihand, firokeyeke bê firokevan a Îranê ku ber bi Hewlêrê ve dihat, xistine xwarê ku metirsî li ser hêzên wan ên li wê deverê çêkiriye.
Mihemed Baqirî gef li Amerîkayê jî xwarine û gotiye, “Ji îro û pê ve heger Amerîka li dijî firokeyên me yên bê firokevan hewlekê bide em ê li ber xwe bidin û bersiva hewla dawî bidin.”