Ha kum li serî, ha serî li kum
Berhem Salih û yên din çi xizmet ji Kurdistanê re kiribin, wê yên nûhatî jî heman xizmetê bikin. Ango, ha kum li serî, ha serî li kum, ferq nake.
Nûrî Çelîk
Piştî xirecir û çûn û hatina salekê,bi piştgirîya PDK Letîf Reşîd ê YNKî wek serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin. Şabaş û şikir ji xwedê re! Girgirekên PDK û YNK salekê mejîyê Kurdan kirin şorbe, salekê Iraq bê serokkomar hiştin û gergedanên Bexdayê werimandin. Û di encamê de çi bû? Dîsa serokkomarekî YNKî hat hilbijartin û PDK tifa xwe daqurtand.
Baş e kaka can, madem weyê di encamê de dîsa yekî YNKî hilbijarta û piştgirî bidayê, çima we salekê bi hest û helwesta Kurdan lîzt? Çima we Kurd xistin şûna zarokan û mejîyê wan çelqand? Çi ferqa Berhem Salih û Letîf Reşîd ji hev heye? Çi cudahî di navbera helwesta wan de heye û di pêşerojê de wê Letîf Reşîd ji bo berjewendîyên Kurdistanê çi kar û xizmetê bike? Yan hûn bawer dikin wê Letîf Reşîd ji Berhem Salih û ewên din zêdetir di xizmeta berjewendîyên Kurd û Kurdistanê de be? Xweş xeber e, lê wele kes ne bawer e!
Salek! Salekê we ji bo serokkomarîya Iraqê li hev nekir. We karîbû di nava salekê de gelek xizmetên baştir ji Kurdistanê re bikin, lê we namzetê serokkomarîyê ji xwe re kir pirsgirêka sereke û we çavên xwe ji êrîş û kiryarên artêşa Iraqê û Haşdî Şabiî re girt. Artêşa Iraqê êrîşî gelek gundên Kurdan yên derdora Kerkûkê kir, we deng nekir. Haşdî Şabiî Xaneqîn û çend gundên wê dagîr kir, we deng nekir. Xuyaye serokkomarê Iraqê ji we re ji nirx û berjewendîyên Kurdistanê girîngtir bû. Û di dawîyê de YNK bi ser ket û we piştgirîya Letîf Reşîd ê YNKî kir.
Bê henek, niha serokkomar ji PDK be wê çi bibe, ji YNK be wê çi bibe? Gelo ew serokkomar dikare ji sînorên makzagona Iraqê derkeve û xizmetê ji berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re bike? Na. Gelo wê ew serokkomar karibe ji siyaseta Îran û Iraqê re bêje êdî bes e û peymanan biçirîne? Na. Wê namzedên YNK yan PDK karibin maddeya 140 têxin jiyanê û Kerkûkê ji destê Bexda û Tehranê derxin? Na. Berhem Salih û yên din çi xizmet ji Kurdistanê re kiribin, wê yên nûhatî jî heman xizmetê bikin. Ango, ha kum li serî, ha serî li kum, ferq nake.
Serokê YNK Bafil Talabanî, ji çapemenîyê re bi zelalî got ku “ Letîf Reşîd parçeyek ji YNK ye. Her parçeyek ji YNK wê girêdayî YNK be. Namzedê PDK Hoşyar bû, me zora wî bir (me ew têk bir). Namzedê PDK Rêber Ehmed bû, me zora wî jî bir (me ew jî têk bir).“ Û gelek tiştên din.
Ji gotinên Bafil Talabanî eşkere dibe ku Letîf Reşîd parçeyek ji YNK ye û ewê ji sînorê YNK dernekeve der. Û li gor ku YNK jî parçeyek ji rejîma Îranê ye, wê Letîf Reşîd nikaribe sînorê siyaseta Îranê jî derbas bike. PDK bi xwe jî ev yek zanîbû û dizane jî. Lê çima salekê we serê xwe jî û serê me jî êşand, min ew fêhm nekir.
Werhasilî kelam, dibêjin „serê neêşe ne hewceyî destmalê ye“. Bi qasî ku we serê xwe bi Bexda û bratîya Ereban re êşand we serê xwe bi Kurdan re bêşanda, bawer bikin wê bixêrtir ba wesselam….