Ev nijadperest bi navê zanayê olî li dijê navê KURDISTANê derket
Li Diyarbekirê, ji aliyê Yekitiya Medrese û Zanayên Olî ve Heftemîn Hevdîtina Navdewletî tê lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê nêzîkî 600 zanayên olî di konferansê de beşdar in.
Ji bo kesayetiyên ku ji Herêma Kurdistanê beşdarî konferansê bûne, navê Kurdistan li tabelaya wan hatiye nivîsandin, ev yek jî li cem nivîskarê Yenî Şafakê Yusuf Kaplan bûye cihê nerazîbûnê.
Lêkolîner û nivîskarê Yenî Şafakê Yusuf Kaplan di civîna yekem a konferansê de got: “Nav li gorî welatan têne tomarkirin. Li vir Pakistan, Efxansitan, Iraq, Sûriye, Yemen hwd hene. Nav li gorî welatan têne tomarkirin, Kurdistan jî ji bo birayên me yên Kurd ên ji Iraq, Sûriye, Îranê hatine nivîsandin. Ev dikare ji me re pirsgirêkan derbixe.”
Gelek nûçe hene ku ne hevceyê şirovekirinê ye. Di bingehê xwe de axavtina Yusuf Kaplan ku,kaşo lêkolîner û nivîskare ,ji aliyekî ve dibêje birayên me yên Kurd ji aliyek din ve bi mejiyek kevneperestî û nijadperestî li dijê navê Kurdistanê derdikeve. Niha ya balkêş ewe ku, kesên ev konferans organîze kirîn ,li himber Kaplan çi bertek nîşan dan? Madem konferanseke olîye û kaşo zanyarên olî di vê konferansê de amade bûne, gelo çend zanyarên(!) olî li himber vê helwesta nijadperstî derketin?
Ew mejiyê nijatperestî li dijitiya navê Kurdistanê derkeve nikare behsa biratiya insanên li wî welatî de djîn bike. Rastiya nijadperestiyê di nava Tirkan de eve ku; Kemalist, dîndar,sosyalîst hemû di pirsa Kurd de yek dengin.