Nivîsar

Şerê PKKê li başûr encama projeyek hevbeş e!

Şerê di navbera artêşa Tirkiye û çekdarên PKKê de, li başûrê Kurdistanê berdewam e. Di vî şerî de gund û cih û warên başûrê Kurdistanê bûne qada şerek destçêkirî û gelek armancên veşartî lê heyî. Herî dawî deh gundên din jî, ji bo vî şerê qirêj ji dev mal û milkên xwe berdan û ji deverê bar kirin. Daristan encama bombebarana Tirkiye dişewitin û ziyanek mezin dide dexlê û terika xelkê . Jiyana xelkê deverê gelek zehmet bûye .

PKK gelek bi zanebûn û encama projeyek hevbeş berê artêşa Tirkiye dide xaka başûrê Kurdistanê. Lê mixabin piraniya siyasetmedar bi tenê behsa şer dikin û behsa encama şer de kî serdikeve û kî li bin dikeve dikin. Sedema bingehîn ya vî şerî nayê nirxandin. Ji alîyekî ve ev şer zererek mezin rojane dide xelkê başûrê Kurdistanê, û barê desthilata Kurdistanê giran dike, di aliyê siyasî de jî dibe sedema hinek astengên girîn di rêya daxwazên Kurda yên netewî.

Îro qada şerê navbera PKKê û artêşa Tirkiye seranser deverên tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê ye. Tirkiye gav bi gav li vê deverê de pêşve diçe û her pêşveçûnê de bingehên leşkerî ava dike. Niha piraniya baregehên PKKê ketine destê artêşa Tirkiye û ji bo wan bûne bingehên leşkerî.

PKK rêxistinek a bakurê Kurdistanê ye, lê ji bilî cara bi cara hinek çalakiyên biçuk li bakurê Kurdistanê bike, tu şerek li li ser axa bakurê Kurdistanê nemaye. Ji ber ku siyaseta PKKê armanca dewleta Tirk li bakur pêkaniye. Berê Tirkiye daye başûrê Kurdistanê û bi armancek hevbeş Tirkiye li deverê cih dike. Eger ne ji vê helwesta PKKê bûya, dê Tirkiye gavek başûrê Kurdistanê de naçûya û baregehên leşkerî ava nakiran.

Di halê hazir de destkeftiya herî ber bi çav ji bo Kurda başûrê Kurdistanê ye. Li başûr himber gelek astengan hewldide ku vî beşê Kurdistanê ber bi dewletbûnê ve bibe. Yanî di roja me de eger hêviyek ji bo dewletbûna Kurda hebe ,ew jî başûrê Kurdistanê ye. Heta kurd nebin dewlet û dewleta xwe ava nekin, tu demana kurda li tu deverekî tuneye. Tişta ku bihêle Kurd bigihin mafên xwe yên rewa dewletbûne.

Gelo kî li dijê dewletbûna Kurdaye? Ji bo çi kurd nabin dewlet û mafên xwe yên netewî misoger nakin? Eger bersiva van herdu pirsan bi zelalî bê dayîn, dê sedema şerê Tirkiye û PKKê jî baş bê fam kirin.

Gelek vekirî Îran, Tirkiye Iraq û Suriye naxwazin Kurd bibin dewlet. Ev ne girêdayê kî yan jî kijan alî li van welatan ser desthilatê ye. Ev yek siyaseta van welatan a sedê salane û siyaseta wan ya ku ji dagirkeriyê tê pêş e. Ji xwe van dewleta Kurdistan dagir kiriye û heta bê milê wan nahêlin Kurd ji bin zilm û zordariya wan derkevin.

Başe ji bilî dagirkera kî naxwaze Kurd bibin dewlet, yanî ji partî û aliyên siyasî yên kurda kijan rêxistin li himber dewletbûna Kurda şer dikin ? PKK û hemû derdora PKKê rêxistin û dezgehên PKKê ve girêdayî naxwazin Kurd bibin dewlet. Rojane berpirsên PKKê di vê derbarê de daxûyaniya didin û li himber dewletbvûna Kurda li tenişta dewletn dagirker disekinin û şerê Kurda dikin. Heta Kurd vê yekê vekirî nebînin û çavên xwe venekin, tu cara nagihin mafên xwe yên rewa.

Tênegihandina vê yekê çavê siyasetê kur dike û dihêle ku mirov li dijê berjewendiyên xwe şer bike. PKK projeyeka dewleta Tirkiye ye. Heta ev yek neyê ditin, dê li başûr jî û li bakur jî gund û bajar xirab bibin, dewletên dagirker li ser ax û warên Kurda bi hêztir bibin û nahêlin Kurd nefesê bistînin.

12.5.2021

Analîz/Rojevakurd

Back to top button