PolîtîkRojev

Hewlên Serokê Herema Kurdistanê ji bo aşitiyê giring e

Nûnera Netewên Yekbûyî (NY) ya Taybet bo Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert got hewlên Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aşitiyê gelek giring in.

 Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî îro bi rojeva taybetî ya Iraqê civînek onlinel li dar xist.

Nûnera Netewên Yekbûyî (NY) ya Taybet bo Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert di civînê de diyar kir ku divê civaka navnetewî piştgiriya Iraqê bike.

Plasschaert di derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî got “Divê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê baştir bibin. Hikûmeta Herema Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di derbarê budceyê de lihev kirin lê rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate îmzekirin hîn jî nehatiye cîbicîkirin.”

Nûnera YE tekez ku ew ê piştgiriyê bidin pêvajoya hilbijartinê ya ku dê li Iraqê bê kirin û divê hemî alî bi berpirsiyarî nêzîkê meselê bibin da ku hilbijartin bi aramî pêk werin.

Herwiha Nûnera NY Plasschaert got ku hewlên Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aşitiyê gelek giring in.

Jeanine Hennis Plasschaert xwest ku li Iraq û Herêma Kurdistanê rêzê li azadiya derbirînê bê girtin.

Li aliyê din di derbarê peymana Şingalê jî Plasschaert wiha got “Peymana Şingalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin nehat cîbicîkirin. Pêwîstiya Şingalê geşedanê û ya Şingaliyanjî bi  jiyaneke aram heye.”

Nûnera NY di derbarê Kerkûkê de jî got “Hewldanên me ji bo lihevkirina li Kerkûkê berdewam dikin.”

Back to top button