Ez li dijê qedexeyên ser Kurdî me!

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Stenbolê bû mêvanê Kurdistan24 TV û di hevpeyvîneke taybet de derbarê pirsgirêka Kurd, rûdanên girîng ên siyasî yên li Tirkiye û polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê de axivî.

Ahmet Davutoglu ji bo çareserkirina pirsa Kurd bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê Kurdî û amaje kir ku divê erkên rêveberiyên herêmî werin zêdekirin.

Derbarê proseya darizandina Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de Davutoglu bal kişand ser binpêkirina rêgezên hiqûqî û amaje kir ku ew li dijî girtina siyasetmedaran e, pêwîst e rêz li biryara Dadgeha Ewropayê bê girtin ku ji bo Demîrtaş biryara berdanê daye.

Davutoglu li ser pirsa “Li Rojavayê Kurdistanê ji bo asta statuya rêvebiriyeke Kurdî ku li gel Tirkiye jî di pêwendiyeke baş de be hûn çi difikirin?” wiha got: “Teqez pêdivî bi vê yekê heye û ev pêwîst e, divê Tirkiye Kurdên derveyî sînorê xwe wek pêkhateyek bê kontrolkirin nebîne.”

Li ser helwesta Tirkiyê ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de Davutoglu diyar kir ku gotinên tund û gefwarî li dijî Herêma Kurdistanê gelek xelet e. Çi kêşe hebin divê hemû bi dîyalog û guftûgoyê werin çareserkirin. Lazim e hemû mafên Kurdên li Iraqê werin parastin û ji bo vê piştgirî bê dayîn.

Li gor Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, îhtimala hilbijartina pêşwext li Tirkiyeyê zêde ye û beriya 2023an hilbijartineke pêşwext dê pêk were.

Birêz Davutoglu hûn bi xêr hatin bernameya me.

Ahmet Davutoglu: “Di nav xêrê da bin. Gelek spas dikim.”

Di rojeva Tirkiyeyê de yek ji mijarên tê nîqaşkirin nîqaşên li ser destûreke nû ye. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di meha Sibatê de ji bo çêkirina destûreke nû bang li partiyên siyasî kiribû. Beriya çend rojan Serokê MHP Devlet Bahçelî ragihand wan ji bo destûra nû wek pêşniyaz 100 xal amade kirine. Derbarê destûra nû de hûn bi çi awayî nêzîkî helwesta Ak Partî û MHP dibin? Ji bo destûra nû nexşerêya partiya we çi ye?

Ahmet Davutoglu: “Guhertina destûra nû ku Ak Partî û MHP behs dike bi temamî konjonkturel, ne ji dil e û ji bo mijûlkirina rojevê ye. Çima ne ji dil e? Çimkî ev her du partî dibêje “Em pergala hikûmeta Serokkomariyê, rêgez û çarçoveya destûra 82an nîqaş nekin.” Jixwe bi xalên din çarçoveya destûreke nû nayê çêkirin. Birêz Bahçelî dibêje, “Min 100 xal amade kiriye û eger destûrek bê çêkirin sînora wê ev e.” Helwesta wan ne ji dil û samîmî ye. Bêguman pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke nû ya sivîl heye. Çimkî destûra niha ya serbazî ji serdema derbekaran maye ku di sala 1980an de dest danîn ser rêvebiriya welat. Divê bi beşdariya hemû pêkhateyên ciyawaz ên civakî û sivîl destûrek bê çêkirin. Herî dawî di 2017an de destûr hat guhertin lê piştî vê Tirkiye ket nav rewşeke antîdemokratîk. Nexşerêya me ya Partiya Dahatû ew e ku divê destûra nû li ser esasa maf û azadiya mirovan were amadekirin û tê da pergala parlamenteriyeke hêzdar cîh bigire.”

Di rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de mijareke din jî mijara tifaqên li nav partiyên siyasî ye. Seroka Partiya Iyî Meral Akşener bo tifaqa li gel partiya we Partiya Dahatû û Partiya Deva peyamên pozîtîf da û got dibe ku hevkariyek çêbibe. Bersiva we bo wê çi ye?

Ahmet Davutoglu: “Di vir de 3 qonax heye. Yek hevdîtin, ya duduyan hevkarî ya sisiyan jî tifaq e. Ev her sê ji hev cuda ne. Li Tirkiyeyê li gel her aliyan em her meseleyê dikarin biaxivin û hevdîtinan bikin. Ya din hevkarî ye. Mîsal der barê pergala parlamenteriya hêzdar de li gel birêz Meral Akşener, birêz Kiliçdaroglu, birêz Babacan birêz Karamollaoglu me hevdîtin pêk anî. Yanê meseleyên wek pergala parlamenterî û hin mijarên din de dibe hevkarî çêbibe. Lê ya sisiyan yanê mijara tifaqê encaq dema nêzîkbûna hilbijartinan em dikarin biaxivin. Bi nêzîkbûna hilbijartinan li ser rêgezan hemahengiyek çêbibe wê demê em dikarin bi partiyan re tifaqê qise bikin. Ji niha ve partiyek xwe wek esîrê tifaqekê bibîne encamên baş rû nade. Ak Partiya ku min beriya demekê serokatiya vê partiyê dikir niha bûye esîrê MHP û ketiye haleke xerab û ev yek zêdetir tesîreke nebaş li dost û brayên me yên Kurdên li Tirkiye û derveyî Tirkiyê kir. Dostên me yên li Hewlêrê baş dizanin, dema me birêz Mesûd Barzanî li Diyarbekirê birêz Nêçîrvan Barzanî min li Wanê hewand wê çaxê ez û birêz Erdogan me heman siyasetê dişopand. Lê îro siyaseta Erdogan dibînim ez matmayî dibim. Dema Erdogan gavek biavêje difikire ku “Gelo Bahçelî dê çi bibêje?” û li gor wê gav tên avêtin.”

We behsa esîrbûna tifaqên halîhazir kir. Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş ji xeynî tifaqa Komar û Miletê pêşniyaza tifaqeke sisiyan kir. Ji bo pêşniyaza Demîrtaş hûn çi difikirin? Tifaqa ku HDP tê da hebe gelo hûn jî di wê tifaqê de cîh digirin yan na?

Ahmet Davutoglu: “Meseleyên wiha encaq dema nêzîkî hilbijartinê em dikarin zelal bikin û biaxivin. Lê armanca me ew e em tena serê xwe bibin desthilat û ji bo vê em bi rê ketin. Di hişê min de her dem planek alternatîf heye lê xwe nakim esîrê wê planê. Niha armanca me ew e em bi tena xwe serê xwe bibin desthilat.”

Li gor we li Tirkiyeyê îhtimala hilbijartineke pêşwext heye?

Ahmet Davutoglu: “Niha weke psîkolojik Tirkiye xwe bo hilbijartinan amade kiriye. Çimkî krîzeke mezin a aborî û gilî u gazinden mezin ji civatê heye û çareya wê jî hilbijartin e. Aborî, hiqûq û birêvebirina saziyên Tirkiye tev tek çûne. Ji bo vê pêwîst e hilbijartinek were kirin. Lê belê pergala hikûmeta Serokkomariyê niha erka hilbijartina pêşwext daye destê Serokkomar. Bêguman Serokkomar li dijî vê yekê dê ber xwe bide. Çimkî rîska têkçûna wî gelek zêde ye. Rapirsiyên dawî jî nîşan dide ku rêjeya denge desthilat her diçe kêm dibe. Yan Bahçelî dê tifaqa xwe li gel Ak Partî têk bibe weke tiştê anî serê Ecevît dê bîne serê Erdogan, yan hawar û qêrîneke mezin ji civakê derkeve ku Erdogan tekane rê wê bêje hilbijartin e, yan jî ji bo ku serdemek din jî Serokkomariya xwe berdewam bike ku hûn dizanin herî zêde du caran dikarê vî karî bike lê bi hilbijartineke pêşwext dikare wê maweyê dirêj bike. Lê bi qanata min di dawiya 2021an de ihtîmala hilbijartinek heye, di sala 2022an de ev ihtimal gelek zêde ye yanê gelek zehmet e ku di sala 2023an de hilbijartin were kirin.”

Mimkun e ku gelo Bahçelî tifaqa xwe li gel Ak Partî têk bibe?

Ahmet Davutoglu: “Belê ev pêkan e. Niha ez li Tirkiyeyê bajar bi bajar digerim û dibînim ku xelk gilî û gazinda ji Ak Partî dike û ber bi têkçûnê ve diçe û dengên MHP jî gelek dadikeve. Rêjeya denge MHP heta ji%5 daketiye. Berê kesên ji Ak Partî aciz dibûn berê xwe didan MHP û rêjeya Tifaqa Komarê jî nediguherî. Anha bi avakirina partiya me kesên ji Ak Partî û MHP aciz in meyla xwe didin partiya me. Ev jî dibe sedema kêmbûna dengên MHP. Piştî demekê eger MHP hizir bike ku desthilata li gel Ak Partî têk diçe, wê xwe ji Ak Partî dûr bixe.”

Derbarê pirsa Kurd a li Tirkiyeyê de Erdogan dibêje, “Kêşeyek wiha tune” Hûn li ser vê dixwazin çi bibêjin?

Ahmet Davutoglu: “Li gor birêz Erdogan li Tirkiyeyê tu kêşe tune. Ku hûn ji wî bipirsin kêşeya aborî jî tune. Gelek mirov ji ber birçitiyê xwe dikujin û dilê me pê diêşê. Her roj nûçeyên xwekuştinê tên belavkirin. Ku hûn ji Erdogan bipirsin kêşeya hiqûqê jî tune. Lê belê niha li Ewropayê welatê ku herî zêde girtî lê heye Tirkiye ye. Ev nîşaneya kêşeya dadê ye. Dosyaya bo dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatine şandin zêdetir ji Rûsya û ji Tirkiye ye. Ku hûn ji Erdogan bipirsin kêşeya Kurd heye yan na? Wê bêje “tune.” Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê gelek şaredarî bi qeyûman tê birêvebirin. Eger şaredarek ji kar were dûrxistin divê ji parlemana şaredariyê were yek hilbijartin. Ne qeyûm. Belê kêşeya Kurd heye. Li Tirkiyeyê kêşeyeka mezin a azadî û demokrasî heye. Binêrin îro gelek dezgehên ragihandinê li Tirkiyê li ser min qedexe danîne ev jî nîşan dide ku medya li vî welatî azad nîn e. Lê K24 bi rastî jî di vî warî de gelek azad e û ez kirime mêvan. Yanê Hin kêşeyên berê niha hatine çareserkirin îro wek kêşe tê pêşberî me. Ev gavên bo bikaranîna zimanê Kurdî bo parastin û pêşketina nasnameya hemû kultirên ciyawaz hatibûn avêtin tev hatin betalkirin. Ev kêşe ye. Em nikarin çavê xwe li van kêşeyan bigirin.

Ji bo çareserkirina meseleya Kurd nexşerêya we çi ye? Niha gelek saziyên sivîl bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê Kurdî kampanya dane destpêkirin. Bo daxwazên perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê Kurdî hûn çi dibêjin?

Ahmet Davutoglu: “Ez li dijî hemû qedexeyên li ser zimanê Kurdî me. Der barê mijara perwerdehiya zimanê zikmakî de helwesta me diyar e. Em li ser wê rêgezê ne ku li Tirkiyeyê divê zimanê zikmakî di perwerdehiyê de karîger bibe. Ji xeynî vê bo çareserî em giringiyê didin erkên rêvebiriyên herêmî û em li dijî tayînkirina qeyûman in. Çimkî qeyûm rêbazeke antîdemokratîk e. Û em ne bajarekî ne vî welatî radestî wan kesan nakin ku ji aliyê gel ve nehatine hilbijartin. Ji xeynî gavên bo ziman, kultir û li ser erka rêvebiriyên herêmî, pêwendiyên li gel Kurdên li derveyî sînorê Tirkiyeyê jî girîng in. Ji bo jiyaneke aştiyane bo Kurdên li Sûriye û Iraqê pêwîst e Tirkiye li erka xwe rabe.”

Siyaseta Tirkiye ya li ser Kurdên li Iraq û Sûriyê hûn niha çawa dibînin?

Ahmet Davutoglu: “Dema ez Wezîrê Karên Derva bûm, Serokwezîrê Tirkiyê bûm, hama hama her meh di navbera Enqere û Hewlêrê serdanên dualî çêdibûn. Niha ka lê binêrin di demên dawîn de çend serdan hatiye kirin? Di serdema min birêz Mesûd Barzanî, birêz Nêçîrvan Barzanî tim serdana Tirkiye dikirin. Ji aliyê me jî gelek Wezîr diçûn Hewlêrê û ez jî wek Serokwezîr çûbûm Herêma Kurdistanê. Herî dawî kesayetê payebilind ê ji Tirkiyê çûbû Hewlêrê ez bûm. Piştî perspektîfa Tirkiye guherî hinek dûrketin çêbû. Lazim e Tirkiye Kurdên derveyî sînorê xwe wek pêkhateyek ku were kontrolkirin nebîne, divê Tirkiye hewla pêkwejiyanê li gel Kurdan bide.”

Di sala 2017an de li Herêma Kurdistanê bo serxwebûnê referandûm hatibû kirin. Serokkomar û berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê nerazîbûnek tund nîşan dabûn û hin gotinên tund ên rayedarên Tirk bû sedema reaksiyonên nebaş li nav Kurdan. Hûn jî wê demê wek parlamenter di nav hikûmetê de bûn. Li gor we helwesta Tirkiye helwesteke rast bû? Yaxut polîtîkayeke çawa pêwîst bû?

Ahmet Davutoglu: “Ez bi zelalî bibêjim gotinên Tirkiye gelek xelet bû. Min ev tişt ji Erdogan re û raya giştî re jî gotibû. Di vê mijarê de ez û Erdogan em cuda difikiriyan. Diviyabû Tirkiye bi birêz Mesûd Barzanî û birêz Nêçîrvan Barzanî re û li gel hemû rayedaran li ser meseleyê bi awayek berfireh guftûgo bikira û dilê kesî nehatiba êşandin. Di yekrêziya xaka Iraqê de pêwîst e hemû mafên Kurdan li herêmê bê dayîn û mîsogerkirin.Ya rastî ev sînorên heyî xwezayî nîn in. Peymana Sykec Picot ev plana dagirker em ji hev qetandin. Ji ber vê Hewlêrî û Hekkarî, Mûsilî û Diyarbekirî, Hesekî û Mêrdînî ji hev hatin qetandin. Ez li dijî vê nexşê me. Divê weke Ewropayî sînor bên karîgerkirin û çûnûhatin asan be.”

Bi ya we ne pêwîst e ku bo mafê diyarkirina çarenivîsa xelkê li Herêma Kurdistanê rêz bê girtin?

Ahmet Davutoglu: “Ev maf ji bo hemû miletan mirov dikare bi lêv bike lê divê ev di çarçoveyeke hiqûqî ya navdewletî de pêk were. Bi heman awayî li Îspanyayê li herêma Katalan ragihandina serxwebûnê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve xelet hat dîtin.”

Lê belê referandûm hat kirin û xelk îradeya xwe nîşan da!

Ahmet Davutoglu: “Li Katalonyayê jî referandum hat kirin û li wir proseyek bo serxwebûnê xwe nîşan da. Mesele ew e birêz Ercan lazim e ji bo jiyaneke bi rûmet bo Kurdên li Iraqê hemû şert û mercên pêwîst divê were bicîhanîn û ji bo vê jî hewce ye Tirkiye piştgiriyê bide. Bi ya min bi diyalog û guftûgoyê Tirkiye dikare li gel Herêma Kurdistanê hemû kêşeyan çareser bike. Salên berê jî çi kêşe hebin bi diyalogê hat safîkirin. Rêxistina hovane û terorî DAIŞ dema nêzîkî Hewlêrê dibû sê şev em ranazan û wê demê ez wek Wezîrê Derve yê Tirkiyê tim di pêwendiyê de bûm li gel Herêma Kurdistanê. Çimkî zilma li ser birayên xwe em tu caran qebûl nakin. Eger Hewler bi aram be em jî bi aram in.”

Di sala 2013an de bo çareseriya kêşeya Kurd proseyek hatibû destpêkirin. Hûn jî wê demê desthilat bûn. Bo wê serdemê hinek dibêjin ji ber ku Erdogan nexwest ev prose bi dawî hat hinek jî dibêjin ji ber ku PKKê dîsa dest bi şerê çekdarî kir ji loma prose bi dawî bû. Gelo proseya aşitiyê çima têk çû?

Ahmet Davutoglu: “Ez bi xwe hertim yek ji piştevanên sereke yê proseya aşitiyê bûm. Dema ku me ev prose bi birêz Erdogan re bi rêve dibir ez hertim di wê baweriyê de bûm û min digot divê Tirkiyê hemû kêşeyên navxweyî di nava xwe de çareser bike. Ez hê jî li ser heman baweriyê me. Divê em bi xwe kêşeyên xwe çareser bikin. Divê em rûnin û biaxivin. Bi rastî bi rêbaza dîyalogê wê demê bêyî ku rakêşiyek rû bide proseyeke ji dil destpêkiribû. Heger em ya rast bêjin “rêkxistina terorî” mixabin wê demê soza xwe bi cih ne anî. Anku divêya ji Adara 2013an hetta Hezîrana 2013an hemû endamên çekdar yên rêkxistinê ji axa Tirkiyê derketibana. Lê mixabin ev yek çênebû. Ji ber ku di wê proseyê de rêkxistin ji bûyerên li Rojhilata Naverast bandor wergirt û di wê hêviyê de bû ku dê li Tirkiyê jî karibin bi heman awayî tev bigerin. PKKê wê demê proseya aşitiyê veguherand û hewl da ku wekî serhildanekê li dijî pergala heyî bikar bîne. Piştî demekê pergala saziyên fermî li herêmê ziyan dîtin. Heger li deverekê proseyên bi vî awayî pergala rêveberiya dewletê tehdit bike ew prose bi ser nakevin.

Birêz Davutoglu, dîsa girêdayî vê yekê, niha lêpirsîna Kobanî cardin dest pê dike. Gelek kes di vê çarçoveyê de hatin girtin û dozên hinekan jî hê berdewam dike. Demîrtaş jî yek ji wan kesan e. We got wê demê rêkxistinê ev pevçûn da destpêkirin. Gelo Demîrtaş û siyasetmedarên wê demê bûn sedema bûyerên 6 û 7ê Cotmehê?

Ahmet Davutoglu: “Niha ew proseyeke hûqûqî ye. Nabe ku ez di vê derbarê de tiştekî bêjim. Lê divê wiha bêjim. Her kî be bila bibe ez li dijî girtina siyasetmedaran im. Herwiha hetta hûkmê wan kesan neyê diyar kirin ez li dijî binçavkirin û zindanîkirina wan kesanim. Ez vê yekê li her derê bi awayekî zelal aşkere dikim û dibêjim. Anku piştî ku kesek ji sûca xwe beraet stand her kî be jî ne pêkane ku bi maweya 3 salan bo darizandinê girtî mayîna wî qebûl bikim. Divê dadgeh di zûtirîn dem de hûkmê xwe diyar bike. Wê gavê proseya hûqûqî destpêdike. Di vî warî de ez bi awayekî cûda li proseyê dinêrim. Lê herî dawî derbarê sûcdariyê de helbet ez nikarim wekî şexs kesekî sûcdar yan jî bê sûc destnîşan bikim. Ew karê darazeke serbixe ye. Bi tu awayî jî hîç karîgeriyeke min li ser darazê çênebûye. Lê belê di vê derbarê de ez hertim dibêjim darizandinên ku bi maweyên dirêj, girtî berdewam dikin rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedikin.

Gelo hûn darizandina Demîrtaş çawa dinirxînin? Hiqûqî yan siyasî ye?

Ahmet Davutoglu: “Ji xwe heman tiştî dibêjim. Gava ku proseyên hûqûqî ev qasî dirêj didomin wê demê helbet gûman, endîşe û pirsên cûda derdikevin holê. Divê em rêz li biryara Dadgeha Mafên Mirovan Ya Ewropayê bigirin ku bo wî (Demirtaş) biryara berdane daye. Lazim e em li hemû rêz bo vê proseya hiqûqî nîşan bidin.”

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo asta statuya rêvebiriyeke Kurdî ku li gel Tirkiye jî di pêwendiyeke baş de be hûn çi difikirin?

Ahmet Davutoglu: Teqez tiştek wiha pêwîst e. Helbet pêwendiya li gel Hewlêrê jî girîng e. Lê ferqeke wiha ya Sûriye û Iraqê heye. Sînorê Tirkiye û Iraqê herêmeke çiyayî ye. Sînorê li gel Sûriyê deşteke rast e û bi rêya trênê ji hev hatiye veqetandin. Bajar tev li nav hev in. Ceylanpinar û Serêkanî heman e. Girê Spî û Akçakale jî wisa ne. Yanê bajarek ji nav hatiye veqetandin. Loma pêwendiyên bi Sûriyê re hîn girîng e. Dema pêwendiyên Tirkiye li gel Sûriyê baş bû me di her axaftina xwe ya bi Beşar Esad re behsa mafên Kurdên Sûriyê dikir. Ji Qamişlo heta Yayladagıyê li hin deveran Kurd li hin deveran Ereb û Tirkmen hene. Ji bo aştiyeke rasteqîn bi Sûriyê re divê ev herêm tev werin parastin. Ji bo vê di serdema min de me pêşî şerta wîzeyê rakir da ku bajarên li herêmê bi asanî bigihijin hev. Xeyala min ev bû û eleqeya wê bi siyaseta Osmaniyanî tune. Dema Beşar Esad bi çekan êrîş li gelê xwe kir di 4ê Nîsana 2011an de ez carek din çûm Sûriyê û me 3 tişt pêşniyazî Esad kir. Yek, li nav Sûriyê çaksaziyekê bide destpêkirin. Dudo, serbazan li nav bajar nêzî gel neke. Sisê, nasnameya nasnameya Kurdî li Sûriyê binase û nasnameya welatî ji wan re bê dayîn. Helwesteke pozîtîf bo Kurdên Sûrî divê were nîşandan.

Nerîna min :