CîhanRojev

Yair Netanyahu:Dagirkerîya li ser axa Kurdistanê û Bakûrê Qibrisê bi dawî bînin

Yair Netanyahu, kurê Benjamîn Netanyahu bersiva Erdogan dide û dibêje “dagirkerîya li ser axa Kurdistanê û Bakûrê Qibrisê bi dawî bînin.”Yair vî tiştî ji bo çi dike, armanca wî çiye ew meselek din, lê destên xwe dînin ser wijdana xwe û bêjin, ma rast nabêje?Tê bixwe welatê xelkê dagir bike, tê bixwe rojê bîstûçar seetan gund û çiyayên xelkê bombebaran bike, tê bixwe rêz li hebûna xelkê negire û piştre wekî ku te qet zulm nekiribe û tew rabe ji xelkekî din re bêje “hûn zalimin, hûn dagirkerin!”Li gor kîjan pîvanê? Li gor kîjan exlaqî?Ú dixwazim çend gotinan jî ji bo hin Kurdên me ku bûne “mucahîtên înternetê” bêjim. Li vê cîhanê tu tişt ji şer pîstir nîne.

Şer, kuştin û malwêrankirine! Tu sûcên zarokên Filistînî û Israelî nîne! Fûndamandalîzm jî wekî faşîzmê ye qet ferqa wan ji hevdû nîne. Ger di vê meseleyê de em xwe mecbûr jî dibînin ku tiştekî bêjin an bikin, divê ev yek di xizmeta aşitî û aramiyê û çareserîyê de be.Bav û kalên me di wextekî de ji bo axa Qudisê jî şer kirin. Ji Kafkasyayê heta Balkan û Yemenê jî çûn û şer kirin.Encam?Koçgirî, 1925, Şêx Seîd, Dêrsim, Seyîd Riza, Agirî, Enfal, Helepce, Roboskî, Efrîn!Ka gora Şêx Seîd? Ka gora Seyîd Riza?Heyran bi kêmanî “hûn nikarin bibine gul, nebin stirî” û hew!

Serhat Mêrdînî

Back to top button