Nivîsar

Şerê Navxwe û PKK

Di dinyayê de kare herî nexweş û pîs şere, lê bele exlaqê şer jî heye. Êrîşekê bê heysiyet, li tu derî ji aliye tu pîrozî û nirxan ve nayê diyar kirin. Ji xwe li holê jî tu tiştê bimbarek jî tuneye.

Dema mirov bûyeran bide hişê xwe wêne baştir xwiya dike. Mizakereyên Mit- Pkk ji aliye kesên ne bellî ve derket holê, herdu aliyan jî qebûl kirin. Di van mizakereyan de dewlet pêşniyarên balkêş dikira. Ji bo min yên herî girîng : serbest berdana Apo û ji aliye şaredaran ve tayîn kirina mamosteyan e. Bi vî awayî perwerde wê bibûya xweserî.

Ji daxwazên Kurdan yekê herî girîng jî bi zimanê zikmakî perwerdehî bû. Ev yek tê çareser kirin heta heta azadiya Apo jî tê rojevê. Paşê çi çê bû? Ma dewlet ji gotina xwe an ji mizakereyan vegeriya?

Na. Em ji ku zanin? çimkî daxuyaniyên Apo jî wisa bûn. Di mizakereyên İmrali yê de Apo digot; me di mizakereyan de li hevkir û êdî divê şer bisekine.
Em van hemuyan zanin. Pekî di vê deme de rêvebirên PKK çi kirin?
Şer ne seknandin, şuna vê gurtir kirin.

Pêşî du çawîşên pispor revandin. Dûvre 13 eskerên di nav giyayên hişk de dirazan dan agir, li Çukurcayê wesaîta eskerî bombe kirin û dîmenên vê êrîşê weşandin.

Çima van kirin?

Ji bo çi ev bûyer hatin kirin? Rêxistinek ku dibêje ez ji bo mafên Kurdan tedikoşim çima di dema mizakereyên ku mafên Kurdan tên guftûgo kirin de şer zede dike? Çima Apo ku jê re dibêjin rêberê me ye li İmrali yê bin ax dikin?
Gelo tu pêwendî di nav bera van bûyeran û mafên Kurdan de heye?

Ez di nav bera mafên kurdan de û li Dêrsimê kuştina jina ku maçê temaşe dike, li Sêrtê kuştina jinên ku derketin gere de tu pêwendîyan nabînim.

Pkk çi dixwaze? Çima şer ji nüve gur dike? Çima mizakereyan dixetimîne?

Li gor min PKK ji xwe re Qraliyet kî dixwaze. Kurdistanekî demokratîkî lê hilbijartinê azad bên kirin naxwaze. Tênê cihek ku bi tene sere xwe rêve bibe dixwaze. Lê dît ku bi sere xwe nikarê serbikeve nijadperestên Tirk tehrîk dike. De li ser bertekên wan temamiya gele Kurd tevlî şerek navîn bike. Ji bo vê bi zêde kirina şer, ji exlaqê şer dûr dikeve, dikeve rewşek rizîl de. Ji vir şûnde wê çi çêbe?

Di van şert û mercan de tu baweriya min ne ma ku bi Pkk re lihev kirin were kirin. Di demek ku Qraliyetên li rojhilata navîn xira dibin de, ne mimkune ku Qraliyeta PKK pêk were, ji xwe Kurd jî piştgiriyê nadin vê yeke. Wê bi PKK re şer bidome. Divê ev bê qebûl kirin. Ne xwe şerê navîn wê çêbe an na? Bi tene gelê Kurd dikare vê biryarê bide. Ji bilî gelê Kurd tu kes nikarê vê biryarê bide.

Heke gelê Kurd piştgiriya xwe ji Apo yê ku dibêje ‘emê lihev werin, şer bisekinîn’ bikşîne, şerê navîn mimkune. Na heke gelê Kurd beje ‘emê pirsgirêkê bê şer çareser bikin’ û bûyerên wekî kuştina jinan şermezar bike û hikumeta Ak Partiyê jî ji xeletiyên xwe vegere, rewşek demokratîkî çêbe, Pkk kuştinan bidomîne jî, Tirkiye wê bikaribe pirsgirêkê çareser bike û şerê navîn jî dernakeve.

Ahmet Altan

 

xeberenkurdi.com

Back to top button