Polîtîk
Erdogan: PKK ji dev çekan berdê operasyon namînin
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan, li Amerîka bersiva hinek pirsên rojnemevanan da. Erdogan li ser pirsa rojnemevanekî got: Heta ku êrîş ji Iraqê bêne Tirkiye û heta çekdarên PKK-ê, li wêderê hebin emê operasyonên derveyên Tixubên xwe berdewam bikin.
Li ser pirsek din Erdogan got: Eger ew ji dest çekan berdin operasyon jî namînin.Lê heta ku çek di destê wande hebin dê şerê me li dijê terorê berdewam be.