Rûspîtî
Rûspî maldare, nandare. Rûspî rewşenbîre, zanaye û rêbaze. Rûspî bi xîrete, bi bexte. Rûspî rastgoye, derewan nake. Rûspî bi tevgera xwe mînaka civatê ye. Rûspî nûnêrê civatê ye, ji civatê re pêşeng e. Rûspî berjewendîya civatê di ser ya xwe re dibîne û digire. Rûspî civatê di her şert û mercî de di parêze. Rûspî wêrek e, li dij qeda û bela helwesta xwe digire; ji bo xweşî ya civatê ji tiştekî natirse.
Di kevneşopîya Kurda de cîyê rûspîtîyê pir girînge. Rûspîtî wek mezringehek bû, nakokî û pevçûnên civatê li wir dihat çareser kirin. Rûspîtî kelha demokrasîyê bû. Bîryarên rûspîyan wek zagonan bû, tu kes nikaribû li hevhatin betal bikira. Rûspî jî bîryarên xwe bi dadmendî dida, bawerîya civakê pê re bû. Civatê hemî problemên nav xwe û yên giştî li ba rûspîyên pispor çareser dikirin. Ji ber wîye di wêje, stran û çanda Kurda de navê gelek rûspîyan cî girtî ye.
Rûspîtî ne axatî bû û ne jî şêxtî bû. Dewlemendî, xwedî mal û milk bi serê xwe tenê ne şertê rûspîtîyê bû. Wek dîtina hineka ne feodalî bû jî. Belê gelek rûspîyên axa û şêx hebûn lê ne hemû bûn. Ji rûspîtîyê re rewiştek pak û zelal hewce bû. Civatê gor pratîka (kirdarî) wan bi wan bawer dikirin, rûspîtî giran biha bû. Di şahî û şînê de cîyê rûspîyan her dem li pêşîya civatê bû.
Rûspî di çareserkirina problemên di nav civatê de bê teref bû. Herdu alîyê probleman bi rêz guhdarî dikir, bi gelek kesan re di şêwirî paşê bîryara dadmend dida. Li ba rûspî ciyawazîya dewlemend û hejar tunebû. Ciyawazîya xurt û bêhêz tunebû.
Mixabin van salên dawî kevneşopîya gel serobin bû, mezringeha rûspîtîyê jî hilweşîya. Valahîya rûspîtîyê kete destê rêxistinên îdeolojîk, ew jî li her problemê bi çavê îdeolojîk mêze dikin. Ji ber wî problemên civatê bi xweşî, bi pakî nayên çareser kirin. Rêxistinên doza rûspîtîyê dikin, probleman bi zordestî didin dewisandin.
Bi vî awayî maf û dadmendî zerarê dibîne, bîr û bawerî jî namîne. Zorbazî tu car nikare demokrasîyê saz bike. Çimkî di giyana zorbazîyê de bi qas pirîskekî cîyê demokrasîyê tune. Berjewendîya rêxistinê di ser berjewendîya gel re tê dîtin. Ev jî dibe sedema problemên nû.
Wijdana civakî ne rehet e, divê mafên mirovan ev qas neyê gerisandin. Wekhevî tunebe yekitî ya gel jî çê nabe. Bê demokrasîyê jîyaneke hevdemî bi dest nakeve û civat jî pêşve naçe…
24 Îlon 2011
Tevger Çekdar