Senaryoyên avakirina hikûmet nû a Îraqê
Piştî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Îraqê ji %89 bi awayekî ne fermî hatîne eşekere kirin. Li gor encamên destpêkê çar lîsteyên sereke; Îtîlafa Devleta Qanûnê ku Nurî Malkî serokwezîrê Îraqê serokêtiya wê deke, lîsta Îraqiye ku, serokwezîrê berê Eyad Elawî serokatiyê dike, Îtîlafa Niştimaniya Îraqî ku Emar Alhekîm serokatiyê dike û lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî ku PDK û YNK serokatiyê dikin aktorên sereke yên meydana siyasiya Îraqê ne û di nav tevgera avakirina hikûmetê de ne.
Êdî, hêdî-hêdî serê tayên avakirina hikûmeta nû a Îraqê diyar dibin. Li gor dîtina min çend senariyo ji bo avakirina hikûmeta nû a Îraqê hene.
Yekem: Dûrkirina lîsteya Îraqiye û Eyad Elawî
- Hevpeymaniyeke çaralî noke heye ku hikûmeta nuha ya Îraqê li ser bingehê wê hevpeymaniya çaralî hatiye avakirin ku ji Partiya Dawe bi serokatiya Nurî Malkî, Civata Balaya Îslamiya Îraqê bi serokatiya Emar Alhekîm û PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî û YNKê bi serokatiya Celal Talebanî pêk tê.
Di van rojan de danûstandinên gerim di navbera van çaraliyan de dest pê kiriye ku careke din bi hev re hikûmeta nû a Îraqê ava bikin û lîsteya Îraqiye a bi serokatiya Eyad Elawî ku, piraniya wê ji mezheb siniyan pêk tê, ji hikûmetê dûr bikin. Di vê çarçoveyê de Adil Ebdulmehdî endamê serokatiya Civata Balaya Îslamiya Îraqê serdanan Hewlêrê kir û li Selahedînê bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê re civiya. Herwesa nûnerê Nurî malkî jî li Bexdayê bi Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê û endamê polîboruya KDP û Roj Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê û endamê serokatiya KDP re cviyaye û li ser avakirna hikûmeta nû a Îraqê danûstandin kirine.
Duyem: Dûrkirina lîsteya Îtîlafa Dewlwta Qanûnê û Nûrî Malikî.
- Di hilbijartina 2005ê yên di parlamentoya Îraqê de deverên sinîyan beşdarî di hilbijartinan de nekir û rola wan di vê hikûmeta nuha heye de gelek lawaz bû. Lê di van hilbijartinên 7ê adarê de Eyad Elawî ku ew bixwe mezheb şîiye lê sekolre, di gel sinîyan, bi taybetî bi Tariq Haşimî cêgirê serokkomarê Îraqê, lîsteya Îraqiye avakir û bi awayekî xurt beşdarî hilbijartinan bûn. Li gor encamên destpêkê lîsteya Eyad Elawî duyeme, ango piştî lîsteya Nurî Malkî tê. Û bi hemû îmkanên xwe hewil dide ku hikûmeta Îraqê a nû bi lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî û bi Îtîlafa Niştimaniya Îraqê ku Emar Alhekîm serokatiya wê dike û navbera wê û Nurî Malkî alozî hene, hikûmeta nû pêkbîne û bibe serokwezîrê Îraqê. Di vê çarçoveyê de Eyad Elawî serdana Hewlêrê kir û li Selahedînê bi serokê herêma Kurdistanê û li Bexdayê jî bi Emar Alhekîm serokê Civata Bala Îslamiya Îraqê re civiya û heta Elawî bi dewletên cîranên Îraqê re gelek aktîv dixebite ku, hikûmetê ava bike û Nurî Malikî ji hikûmeta nû dûr bike.
Sêyem: Rola Amerîka û kêmkirina nifoza şîiya û Îranê li Îraqê
- Vê carê Amerîka, dewletên erebiyên cîranên Îraqê, dewlêtên Kendavê û Yekêtiya Ewrupayê jî pê re, li ser wî esasî tevdigerin ku bi her awayekî be lîsteya Îraqiye (sine) û bi taybetî Eyad Elawî bi giranî beşdariyê di hikûmeta nû de bikin. Elawî jî eger posteya serokwezîrîyê wernegire, beşdariyê di hikûmeta nû de nake. Serokwezîrîbûna Elawî jî, ango dûrxistina Malikî ji hikûmetê ye. Elawî bêy hevpeymaniay Kurdistanê nikare hikûmeta nû avabike. Lê li vir zehmete kurd bi lîsteya Îraqiye re hevalbendiyê binikin û hikûmetê bi hev re ava bikin. Ji ber ku di nav lîsteya Îraqiye de gelek kesatiyên naskirî bi helwestên xwe yên dijî maf û berjewendiyên kurdan hene. Eger Eyad Elawî û derdura wî bi kurdan re li hev bikin û şertê kurdan qebûl bikin jî, hîngê dê ew alî û kesatiyên dijî maf, şert û daxazên kurdan in ji lîsteya Îraqie xwe vekişînin û lîsteya Îraqiyê dê helweşa û ew sengiya wê namîne.
Çarem: Rola Îranê û kêmkirina nifoza sinîya û Amerîkayê li Îraqê
- Îran bi rêya lîste û qewareyên mezheb şîiyî roleke mezin di pirosesa siyasiya Îraqê de dilîze û tesîra xwe li ser Nurî Malkî serokê Partiya Dawe û serokê lîsteya Dewleta Qanûnê û Emar Alhekîm serokê Civata Balaya Îslamiya Îraqî heye. Îran li Îraqê şerê Amerîkayê dike û ew dê bi tu awayî qebûl neke ku serokwezîrtiya Îraqê ji destê şîiyên bin tesîra wê ve derkeve. Ji bo vê yekê Îran dê hemû mihawila bike ku Emar Alhekîm û Nurî Malkî nêzîkî hev bike û wan li hev bîne da ku ew her du alî û bi liyê kurdan re hikûmeta nû avabikin û Eyad Elawî û lîsteya Îraqiy ji hikûmetê dûr bikin.
Pêncem: Rola kurdan
- Her du alî, Nûrî Malkî û Eyad Elawî jî nikarin bêyî lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê posteya serokwezîriya hikûmeta nû a Îraqê werbigirin. Her du jî mihtacî dengên kurdan e. Li vir divê kurd bizanin kartên xwe bikar bînin û şertên xwe bidin qebûl kirin. Lê ew sozên kurd vê carê ji aliyên beramber werdigirin divê ne weke sozên berê be, divê bi awayê nivîskî, portokolî û beşdariya terefê sêyem be. Li vir piroblemeke mezin a navxweyî a kurdan heye. Raste Hevpeymaniya Kurdistanî piraniya dengên kurdan sitandine, lê me bivê nevê çar lîsteyên kurdan hene; lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî, lîsteya Guran, Yekgirtuya Îslamî û Komela Îslamî hene.
Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê ku, PDK û YNK serokatiya wê dikin û piraniya dengên kurdan birine, divê li du çeperan şerî bike: Çeperê bestina hevpeymaniyên bi aliyên Îraqî re ji bo avakirina hikûmeta nû a Îraqê û çeperê duyem jî çeperê navxweyî ku ew jî pêkanîna yek kutleya kurdî ye ku, bi yekrêzî û yekhelwestî biçe Bexdayê. Li vir jî piroblemek heye, ew jî ewe ku, heta nuha aliyên opozisyon bi taybetî lîsteya Guran nizane ku ew bi tenê li Kurdistanê hêzeke opozisyona hikûmeta herêma Kurdistanê ye, divî serokatiya lîsteya Guranê têbigihîje ku bi tu awayî nabe ew li Bexdayê jî opozisyona PDK û YNKê be. Li Bexdayê kurd nabe li hember kurd raweste, divê kurd li hember aliyên din yên Îraqê yekdeng, yek reng û yeke helwest bin.
Hevîrê avakirina hikûmeta nû a Îraqê dê gelek avê vexwe. Mehên li pêşiya me çarenivîsê Îraqê diyar dibe. Lê çi dibe bila bibe, nexşeya siyasiya Îraqê bi awayekî diramatîk nayê guhertin.
Nasrat hacî[email protected]
19.3.2010