Komisyon Xeta Sor Kêşa Ser 130 Sendoqên Kerkûkê

Piştî ku komisyona bilind ya hilbijartinan bi mebesta lêkolîn kirina saxtekariyên îdîa kirî yên li Kerkûkê de komîteyeke taybet damezrand, îro jî komîteya han ragihand ku, xeta sûr kêşandine ser 130 sendoqên dengdanê yên li Devera Xewîceyê a li Parêzgeha Kerkûkê de.

Berpirsên komisyona bilind ya hilbijartinên Îraqê dibijin heta ku lêkolîn bi dawî nebe û îdîayên heyî îsbat nebin ev sendoqên han nayên vekirin.

Endama Komisyona bilind ya hilbijartinan Hemdiye Husênî ragihand ku, eger îdîayên heyî bê binge û nerast bin vê sendoqên han jî werên vekirin.

 

 

(KTV)

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: