Polîtîk

Serok Barzanî piştî Newrozê li gel hemû partiyan dicive

 

Li vî derbarî de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê daxûyaniyê ragihand: Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî dawî hatina bîhnvedana (pişûya) ahengên cejna Newrozê û ragihandina encamên dawî ya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê, civîneke berfireh li gel sercem hêz û aliyên Kurdistaniyan encam dide û bi taybetî ewên beşdarî li hilbijartinan kiribûn û nûnerên wan ji bo Parlemena Iraqê serkeftî bin.

Her wiha Fuad Husên got: Armanc li girêdana vê civînê xurtkirina hevpeymanî û yekrêziyeke bi hêze li navbera aliyên siyasiyên Kurdistanê de bo ku li Bexda li karên xwe de yek helwest bin û hevkar û hemahengiya hevdû bikin.

Li beşeke dinê ragihandinê da Fuad Husên ronahî kir, li vê civînê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê, bi giringiyekî zêde ewlewiyatên xelkê Kurdistanê li ber çav digre, bo ku li hemû ew guftûgo û danustandinên li paşarojê de li gel lîsteyên dinê veqetî li hilbijartinan de encam didin, nexşe û planeke ronahî li ber Hikûmeta nû ya Iraqê da hebê‌ û têda ew ewlewiyat û mafê desturiyên xelkê Kurdistanê bêne dest nîşan kirin.

Li dawiya ragihandinê de Fuad Husên got: Birêz Serokê Herêma Kurdistanê cext li ser wan xalan jî dike ku pêwîste hêzê siyasiyên Kurdistanî bi stratejiyeke ronahî û bi bernameyeke diyarîkirî îş û karên li Bexdayê rêkbixin û birêve bibin, ji ber ku eve daxwaza zêdeyiyê xelkê Kurdistane.

 

Back to top button