Vîdeo

Roboskî êşa bê dewletbûnê ye(Vîdeo)

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di dîroka me Kurdan de gelek komkujî hene. Sedema van komkujiyan teva yek e. Ew jî bêdewletbûna me ye.

Em îro ji bo bîranîna komkujiya Roboskî kombûn. Lê divê em ji bîr nekin ku Roboskî Helepçe ye, Roboskî Agirî ye, Roboskî Dêrsim e, Roboskî Geliyê Zîlan e, Roboskî Barzan e, Roboskî Sînemaya Amûdê ye, Roboskî Mahabad e, Roboskî Şingal û Kobanî ye. Çawa ku, sedema hemû komkujiyên ku, li me dibin yek be, pêşî lê girtina wan jî, bi awayekê tenê dibe, û ev jî, dewletbûn e.

Em dizanin ku heta em nebin xwedî dewlet, wê tu carî komkujî ji ser serên me kêm nebin. Loma banga me ji hemû Kurdan û bi taybetî jî ji ciwanên Kurdistanê re ye; ji bo ku wek netewek em careke din bi komkujiyan re rû bi rû nemînin, ji bo dewletbûnê bixebitin. Nehêlin ku tu şexs, partî an rêxistin; we ji armanca dewletbûnê dûr bixe.

Di van şert û mercan û bi ser ev qas komkujiyan, kî dibe bila bibe yên ku li hember dewletbûna Kurdan peyvekê jî bike, ew ne dostê Kurda ye û nebaşiya Kurdan dixwaze. Divê, em van mîqroban û, bi wan re jî nexweşiya dewlet nexwestinê, rokê zûtir ji nav xwe bavêjin.

Peyvêkê ku em zêde bibêjin tune ye. Pirsgirêk dîyar e û çareseriya wê jî li ber çavan e. Wek Kurdên serxwebûnxwaz divê em bê tawîz di rê ya dewletbûnê de bimeşin û nehêlin tu tişt di vê rêyê de li pêşiya me bibe asteng.

Em îro di serî de cangoriyên Roboskî, hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

28.12.2014

Back to top button